RÊXISTINA HDP’A GEVERÊ KONGREYA XWE PÊK ANÎ
KESKÎN BAYINDIR: YÊN HEWL DIDIN ŞER BELAV BIKIN LI BER TÊKÇÛNÊ NE
Rêxistina HDP’a navçeya Colemergê Geverê 4’mîn kongreya xwe pêk anî.
Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir jî di nav de nûnerên sazî û dezgehên heremê tevlî kongreyê bûn.
Piştî rêzgirtinê, Keskîn Bayindir axivî û mijarên di rojevê de nirxand.
Bayindir destpêka axaftina xwe de biryara erêkirina tezkereyê nirxand û got:
Ev desthilatdarî êrişê herkesî dike, mafê herkesî dixwe. Lê dawiya kesên hewl didin şer belav bikin nêz e.
Hevserokê DBP’ê hilbijartina Iraqê jî nirxand û ev bang li partiyên Başûr bi taybet jî li PDK’ê kir.
Derbarê tecrîdkirina rêber APO de jî Keskîn Bayindir dibêje; Çareserî ne di şer de ye, çareserî li cem birêz Ocalan e.
Di dawiya kongrê de jî Şoreş Dîrî û Şîlan Aslan weke hevserokên HDP’a Geverê hatin hilbijartin.