LI KOBANÊ ÊRIŞA DEWLETA TIRK A DAGIRKER
WESAÎTEKE SIVÎL JI ALIYÊ BALAFIRA BÊ MIROV VE HAT BOMBEKIRIN
Nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Hawarê ji herêma Kobanê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov a bi çek êriş pêk aniye.
Wesaîtek sivîl a li pêşiya Meclisa Edaletê ya li taxa Kobana nû hat bombekirin.
Lê li gorî agahiyên ji cihê bûyerê; hevserokê meclisa edaletê Bekir Ceradê jî di êrişê de birîndar bûye.
Di wesayîtê de li gel hevserok Bekir Ceradê çend kesên din jî birîndar bûne.
Êriş ji aliyê balafirên artêşa tirk a dagirker pêk hatiye.
Şefê rejîma Tirk Erdogan piştî hevdîtinên li Amerîka û Rûsyayê li dijî Rojava gef xwaribûn..