Şandeya rêveberiya xweser a bakur û rojhilatê Sûrî li Swêdê hevdîtinên dîplomatîk pêk tîne.
Di hevdîtinan de Şande ji Swêdê ji bo rêveberiya xweser piştgirî dixwaze.
XEBATÊN DÎPLOMATÎK ÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
ŞANDEYA ROJAVA LI STOCKHOLÊ DI HEVDÎTINAN DE PIŞTGIRÎ XWEST
Şandeyeke rêveberiya xweser a bakur û rojhilatê Sûrî di çarçoveya xebatên dîplomatîk ên li Ewrûpayê de, çû Swêdê.
Şandeya bi pêşengiya Asiya Ebdullah bi berpirsê têkiliyên dîplomasî yê partiya sosyalîst a Swêdê Andrew Ostbury, Seroka rêxistina Olîve Palme ya navnetewî Anna Sodertrum û berpirsa dosyaya rojhilata navîn Hêlîn Şahîn re hevdîtinên cûda cûda pêk anîn.
Endama koordînasyona jin a bakur û rojhilatê Sûriyê Asiya Abdullah di hevdîtinan de modela demokratîk û jiyana azad a gelan li herêmê destnîşan kir û piştgirî xwest.
Şandeya rêveberiya xweser bal kişand ser dagirkeriya Tirk û li dijî wê jî xwest ku partî û saziyên Swêdê dengê xwe zêde bikin.
Siyasetmedar û nunerên saziyên Swêdê jî, soza zêdekirina piştgiriya ji bo rêveberiya xweser a bakur û rojhilatê Sûrî dan.
Şandeya rojava wê hevdîtinên dîplomatîk ên li Swêdê bi partî û saziyên cûr be cûr re bidomînin.