Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Encamên dawî yên hilbijartinên Iraqê: Tevgera Sadir bi 73 kursiyan bû hêza yekemîn a parlamenê

 

ENCAMÊN DAWÎ YÊN HILBIJARTINÊN IRAQÊ
TEVGERA SADIR BI 73 KURSIYAN BÛ HÊZA YEKEMIN A PARLEMENÊ

Li seranserî Iraq û Herêma Kurdistanê 10’ê Cotmehê hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê pêk hatin.

Komîsyona Bilind a Hilbijartina Serbixwe ya Iraqê encamên dawî yên hilbijartinan eşkere kirin.

Tevgera Sadir bi 73 kursiyên parlamentoyê bû hêza yekemîn.

Li gorî encamê ku derketin, parvekirina kursiyan wiha ye:

Tevgera Sadir: 73

Dewleta Yasa: 37

PDK: 33

Hevpeymana Fetih: 17

Hevpeymana Kurdistan (YNK-Goran) 16

Ezim: 14

Îmtîdad: 9

Nişfê Nû (Neweyê Niwê) 9

Îşraqî Kanûn: 6

Peymana Niştîmanî: 9

Hevpeymana Hêzî Dewlet: 4

Tesmîm: 5

Cemahîrna Huytna: 3

Projeya Nîştimanî: 1

Tevgera Hesim: 2

Hiqûq: 1

Bladî Nîştimanî: 1

Di hilbijartinên li Iraqê de ya ku herî zêde bal kişand boykota gel bû.

Rêjeya tevlîbûnê tenê ji sedê 41 bû. Gelekê wan jî dengên vala bikaranîn.

Ev jî nîşan dide ku piraniya xelkê Îraq û başûrê Kurdistanê bawerî bi partiyên siyasî naynin û hêviya xwe ya ji bo çareseriya pirsgirêkan wenda kirine.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv