Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hunermendên NÇM’ê: ’30 sal in em çawa dimeşin, em ê wisa bidomînin’

 

SALVEGERA 30’YAN A NAVENDA ÇANDA MEZOPOTAMYAYÊ
HUNERMENDÊN NÇM’Ê: 30 SAL IN EM ÇAWA DIMEŞIN, EM Ê WISA BIDOMÎNIN

Tevî nivîskar û rojnamger Mûsa Anter komek rewşenbîran di Îlona 1991’ê de Navenda Çanda Mezopotamyayê ava kir.

Ji bo salvegera 30’yemîn a NÇMê hunermendan bi rojan amadekariya konsera Berbang’ê dikirin.

Konsera ku wê li Navenda Çanda Bostanci bihata lidarxistin rêvebiriya NÇM’ê ji Walitiya Stenbolê destûr girtibû.

Lê beriya konserê bi çend saetan Qeymeqamtiya Kadikoyê bi hinceta “ewlekariya welatiyan” konser qedexe kir.

Hunermendan li dijî vê biryarê li avahiya xwe ya li Beyogluyê hatin gel hev û bertek nîşanî hinceta qeymeqamtiyê dan.

Li vir stran hatin gotin û govend hat gerandin.

Hunermenda şanoyê Rûgeş Kirici diyar kir ku bi salan e ew bi qedexeyan rû bi rû tên hiştin.

Rûgeş Kirici destnîşankir ku li her cihên ku ew lê bin wê stran bê gotin.

Hunermend Rûken Yilmaz jî got: Dewleta tirk çiqas stranên me qedexe bike em ê bêtir biafirînin û em ê bêtir stranên xwe bêjin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv