ENCAMÊN HILBIJARTINA IRAQÊ WÊ ÇI BI XWE RE BÎNIN!
GEL BI NEÇÛNA SER SINDOQAN ÇI PEYAM DA PARTIYÊN BAŞÛR?
Hilbijartina Iraqê ya ji bo bidawîkirina krîza siyasî hat lidarxistin bi xwe re encamên nû anîn.
Hêrsa welatiyan a ji sîstema siyasî û hêzên paramîlîter bandor li encaman kir.
Rêjeya tevlêbûna hilbijartinê daket ji sedî 41ê.
Ji dema hilbijartina dîktatoriya Sedam Hisên û wir ve ev rêjeya tevlîbûnê ya herî kêm e.
Nexasim jî partiyên Başûrê Kurdistanê dengê xwe pir kêm kirin.
Gel bi neçûna ser sindoqan bi zelalî peyam da ku ew bawerî bi vê terxza siyasetê nayînin.
ENCAMÊN HILBIJARTINA IRAQÊ WÊ ÇI BI XWE RE BÎNE !
HILBIJARTINA SEROKKOMARIYA IRAQÊ WÊ DI NAVBERA YNK Û PDK’Ê DE BIBE KRÎZ
Mijareke din a wê rê li ber krîzê veke erka serokkomariya Iraqê ye.
Li gorî peymana di navbera PDK’ê û YNK’ê de mafê serokkomariya Iraqê yê YNK’ê ye.
Lê wek hilbijartina berê PDK wê careke din namzetê xwe deyne.
Ev yek wek problemeke ciddî xuya dike û tê meraqkirin ka YNK wê bersiveke çawa bide PDKê.
NAMZETÊ HEVPEYMANIYA KURDISTANÊ FEYSEL KERÎM XAN:
JI BO BI DESTXISTINA MAFÊ XWE EM Ê SERÎ LI HEMÛ RIYÊN YASAYÎ BIDIN
Di vê navberê de di serî de Şengalê di hilbijartinan de gelek sextekarî hatin kirin.
Ji niha ve gelek aliyên Kurd û Şiî encamên hilbijartinê red kirine.
PADÊ li Şengalê, YNK û Komela Dadgeriya Kurdistanê li Hewlêrê û PDK jî li Silêmanî encamên hilbijartinê îtîraz kirin
Namzetê Hevpeymaniya Kurdistanê yê herêma 1 ya Hewlêrê Feysel Kerîm Xan jî encamên qebûl nekirin.
Feysel Kerîm Xan destnîşan kir ku hejmara dengê wî bi destxistiye nêzî 28 hezar e û got.
Hejmara dengê me bi lîstikan kêm kirin. ji bo mafê xwe em ê serî li hemû riyên yasayî bidin.
KOMELA DADGERÎ YA KURDISTANÊ LI SER ENCAMAN DAXUYANÎ DA:
DI HILBIJARTINAN DE SEXTEKARÎ HAT KIRIN, EM ENCAMAN QEBÛL NAKIN
Komela Dadgerî ya Kurdistanê jî diyar kir ku li herêma 3 û 4 yên Hewlêrê sextekarî hatine kirin.
Komela eşkere kir ku ew encama heyî qebûl nakin û wê ji bo standina mafê xwe dakevin qadan.
Li gorî Komîsyona Bilind a Hilbijartina tenê namzetekî Komela bi ser ketiye.
HILBIJARTINÊN IRAQÊ
HEVPEYMANA FETÎH Û BEŞEK JI ALIYÊ ŞIÎ ENCAMÊN HILBIJARTINÊ RED KIRIN
Ne tenê li aliyê Kurd li nava hêzên siyasî yên Şiî jî dengê nerazîbûnê bilind dibe.
Tifaqa Fetah ku xwe dispêre hêzên herî radîkal ên Şiî di vê hilbijartinê de têk çû.
Tifaqa Fetah û beşek ji aliyên Şiî jî encamên hilbijartinê red kirin.