DAYÎKA 6 ŞERVANAN SALÎHA OSMAN
JI TINEBÛNÊ HEBÛNÊ AVA DIKE
Ji bo şêniyên Serêkaniyê û Girê Spî yên hatine dagirkirin li nêzî Til Semîn kampek hatiye çêkirin.
Jiyana li kampan zor û zehmet derbas dibe.
Lê jinên li kampê bi derfetê xwe jiyanê dirêsin.
Yek ji van jina jî dayîka 6 şervanan Salîha ye.
Nûçegihana me Sîlva Hec Elî û kameraman Çekdar Hecî Mehmûd çûn serdana Sahîle Osman
Derbarê berxwedana wê de nuçeyek taybet amadekirin, em bi hev re lê temaşe bikin.
NÛÇE: SÎLVA HEC ELÎ