Sîxûrê MİT’a Tirk Şivan Ebdulbaqî yê li gel şebekeyekî sîxûran ji bo valakirina Rojavayê Kurdistanê xebitiye, îtîraf kir ku wan bi alîkariya hêzên PDK’ê û ENKS’ê mirov ji Rojavayê Kurdistanê derxistine û birine Hewlêrê. Şivan her wiha diyar kir ji bo valakirina Rojava ofîs li Başûr hatiye vekirin.
Hêzên Ewlekariya Rojava Kurdistanê komek sîxûrên dewleta Tirk ên li gel ENKS’ê dixebitin, girtin. Di encama lêpirsînê de derket ku yek ji karên ku sîxûrên MİT’a Tirk valakirina Rojavayê Kurdistanê bûye û vêya jî bi alîkariya hêzên PDK’ê û ENKS’ê kirine. Li gorî îtîrafên sîxûr Şivan Ebdulbaqî ku di Ronahî TV de hatiye weşandin, ji bo kesên ji Rojava tên revandin anjî derxistin, li Başûr ofîs hatine vekirin.
Şivan Ebdulbaqî Îlyas yê ji bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê di nava tevna MİT’a Tirk a sîxûriyê de cih girtiye, karê wî valakirina Rojava Kurdistanê û qacaxçitiya mirov bûye. Şivan dibêje, wan karê derxistina mirovan ji Rojava bi alîkariya ENKS’ê û hêzên girêdayî PDK’ê kirine.
Beşek ji îtîrafa Şivanê sîxûr wiha ye;
Sîxûrê MİT’ê Şivan wiha behsa şebekeya revandina mirovan dike; “Ez ji bajarê Qamişlo taxa Xerbîme. Ji min û Hamûdî re nav didan, me karûbarên wan temam dikir, ji bo derbasê Başûr werin kirin. Me endamekî YPG’ê jî derbasê Hewlêrê kir. Ebdulbarî şofêrtî dikir, nasnameya wê ya asayîşê (asayîşa Rojava) hebû, ji ber vê jî ew dikarî bê lêpirsîn derbas bibe. Me kesên ku amade dkir, dida wî ew jî derbas dikir. “
‘Li Başûr ofîs hatiye vekiriye’
Li gorî îtîrafên Şivan ji bo kesên ji Rojava tên revandin li Başûr ofîs hatiye vekirin û têkildarî mijarê van îtîrafan dike; “Kesên direvandin, dibirin ofîsên li Başûr. Me nav, nasname û wêneyên wan dişand ji ofîsên li Başûr re ew jî digotin, hatiye erêkirin dikarin derbas bibin. Me vêya bi hemahengiya ENKS’ê dikir. Kesên ku dihatin birin li aliyê Başûr teslîmê pêşmergeyan (PDK) dihate kirin.”
‘Gelek poşmanim’
Sîxûrê MİT’a Tirk ku îddîa dike nedizanî karekî evqas xirab dijî Şoreşa Rojava dike, poşmaniya xwe ya mezin bi van gotinan îfade dike; “Ez gelek poşmanim ku min karek wisa kiriye. Min xwe şaş kir û nedizanî karekî çawa dikim.”