HEVDÎTINÊN PARTIYA ÇEP A SWÊD LI BAŞÛR
YEKBÛN ALP: HEVDÎTINÊN ME JI BO YEKÎTIYA KURDAN PÊK HATIN
Seroka Duyemîn a Foruma Çep a Navneteweyî Yekbûn Alp da zanîn, ku wan bi gelek partî û kesayetan re hevdîtin kirine.
Di hevdîtinan de li rex êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê û bikaranîna çekên kîmyewî li ser gerîla, mijareke din jî rewşa koçber û penaberên li Başûr bû.
Yekbûn Alp diyar kir, ku di hevdîtinan de bal kişandine ser pirsgirêkên koçber û penaberan û got, bi taybetî jî derheqê Yekîtiya Neteweyî de em axivîn.
Seroka Duyemîn a Foruma Çep a Navneteweyî diyar kir, ku wê partiya çep li Swêdê amadekariyê dike bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla, bixe rojeva welêt û parlementoyê de.