Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

RAJIN: ‘Bi ruhê Gurbetellî Ersoz em ê li ser şpoa heqîqetê bimeşin’

 

SALVEGERA ŞEHADETA GURBETELLÎ ERSOZ
RAJIN: BI RUHÊ GURBETELLÎ ERSOZ EM Ê LI SER ŞOPA HEQÎQETÊ BIMEŞIN

Ragihandina Azad a Jinê RAJIN’ê bi rasthatina 24. salvegegera şehadeta rojnamevan û fermandara gerîla Gurbetellî Ersoz daxuyaniyek da.

RAJIN’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku heta misogerkirina jiyana azad a bi pêşengiya jinê, ewê li ser şopa heqîqetê bi biryardarî bimeşin.

Di berfirehiya daxuyaniyê de wiha tê gotin.

Rojnamevana şoreşger û dilsoza jiyana azad, Gurbeteli Ersoz, bi kesayeta xwe ya pêşeng, li dijî pîvan û kevneşopiyên paşverû yên civakî, li dijî hişmendiya serdest a medya mêr û pergala wê ya desthilatdar bi estetîk û fikra jinê, bi pênûsa xwe bû avakera jiyana azad û vegotina rastiyan.

Di şoreşa Kurdistanê de qada ragihandinê di pêşengiya Gurbeteli Ersoz û bi dehan rojnamevanên li ser şopa heqîqetê têkoşiyan, bû qada hesabpirsîna ji desthilatdariya mêr-dewletê.

Di pêşxistina xebatên rojnamevanî û çapemeniya şoreşa Kurdistanê de Gurbetellî bi sekna xwe ya şoreşgerî, bi kûrbûna fikrî bû pîvana xeta çapemeniya azad.

RAJIN’ê anî ziman ku îro bi sedan jinên Kurd ên rojnameger li çar aliyên Kurdistanê li ser xeta Gurbetellî Ersoz dimeşin.

Di roja îro de, li her çar beşên Kurdistanê bi evîn, bi zanebûn, bi pîvan û sekna Gurbetellî bi sedan jinên Kurd, cihê xwe di xebatên çapemeniyê de digrin.

Li ser bîr û baweriya keda şehîdên me ava kiriye, em di serdema nû ya têkoşînê de, bi erk û berpisyariyên dîrokî re rû be rû ne.

Ji bo rastî di tarîtiyê de nemînin, em ê bi ruhê Gurbetelî Ersoz di pey şopa heqîqetê de bimeşin û pênûsa jina azad ji rika medya desthilatdar a mêr pêşbixînin û bibin dengê hest û hizra jinên ji bo azadiya mirovahiyê li ber xwe didin.

Ji bo rastî di tarîtiyê de nemînin, em ê bi ruhê Gurbetelî Ersoz di pey şopa heqîqetê de bimeşin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv