KOMELEYA PÊŞMERGEYÊN DÊRÎN A HIZBÎ ŞÛÎ KURDISTAN
4. KONGREYA XWE BI BEŞDARIYA 150 DELEGEYAN LIDAR XIST
Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn a Hizba Şuî Kurdistan, di 2003’yan de hat damezrandin.
Komeleyê 4. kongreya xwe ya asayî bi tevlibûna 150 delegeyan li Hola Dêrîn a Silêmaniyê lidar xist.
Sekreterê Hizba Şuî Kurdistan Dr. Kawa Mehmud di kongreyê de axivî û got;
“Iraq bi giştî bûye cihê pêşbaziya siyasî ya Îran, Tirkiye, Amerîka û welatên serdest.
Ev pêşbaziya ku li dijî berjewendiyên gelê Iraq û Herêma Kurdistanê ye, roj bi roj metirsiyê li ser destkeftiyên Herêma Kurdistanê çêdike.”