LI SILÊMANÎ FESTÎVALA PAYÎZÊ HAT LIDAR XISTIN
DI FESTÎVALÊ DE BERHEMÊN JI BO ZIVISTANÊ CIH DIGIRIN
Li bajarê Silêmaniyê li hola Kargeha Cixareyan Festîvala Payîz hat lidarxistin.
Di festivalê de berhemên navxweyî yên xwarin û destan tên pêşandan.
Bi dehan welatî û bazirgan ji gund û bajarên cûda yên Silêmaniyê bi berhemên xwe beşdarî festîvalê bûne.
Yek ji amadekarên festîvalê Sakar Heme Kerîm dibêje: Armanca wan nasandina berhemên navxweyî û deste.
Sakar Heme diyar dike ku festîval ji aliyê welatiyan ve baş tê pêşwazîkirin û eleqeyek baş nîşan didin.