“EM HDP’YÎ NE Û LI HER DERÊ NE”
GELÊ SILOPIYAYÊ RÊXISTINA HDP’Ê BI COŞ PÊŞWAZÎ KIR
Navçeya Şirnex Silopiya.
Hevserok, Parlamenter, Rêveber û Endamên HDP û TJA’yê bi coeşeke mezin hatin pêşwazîkirin.
Pişt re jî bi karwanekî wesayîtan derbasî gundê Kurtik bûn.
Şande di ketina gunde ji wesayîtan peya bûn û di nav kolanên gund de meşiyan.
Piştî li ser navê şandeya HDP’ê parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozgûneş axivî û îşaret bi girîngiya çareserkirina doza kurd kir.
Hasan Ozguneş herwiha bal kişand ser rol û mîsyona Rêber APO di çareseriya doza kurd de û wiha dewam kir:
Bi hevdîtinên bi birêz Ocalan re dîtin ku, ew dikare hemû pirsgirîkan çareser bike û dewletê demokrat bike.
Birêz Ocalan got ku divê gelên Tirkiyeyê azad bibin, ya dûyemîn jî xwest ji baweriyên cuda re rêz û hûrmet were girtin.
Ya sêyemîn jî desnîşan kir ku jin esîr hatiye girtin, ji civakê hatine qut kirin û xwest ew werin azadkirin.
Lê dewleta tirk ev yek qebûl nekirin û pêvajo xera kir.”
Piştî axaftinan govend hat gerandin