Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

HPG: ‘Li Dersim û Sêrtê di çalakiyan de 2 kontra û eskerekî Tirk hatin kuştin’

 

LI DERSIM, SÊRT Û ZAPÊ ÇALAKIYÊN GERÎLA
HPG: LI DERSIM Û SÊRTÊ DI ÇALAKIYAN DE 2 KONTRA Û ESKEREKÎ TIRK HATIN KUŞTIN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê da zanîn, ku gerîlayan li Dersim, Sêrt û Zapê li artêşa dewleta TIrk a dagirker dane.

HPG”ê têkildaîr çalakiyan ev agahî dan:

Li navçeya Sêrt Berwarî hêzên gerîla bi Pêngava Serfiraziyê ya Egîdên Botanê rabûn.

8’ê Îlonê li qada Şehîd Berxwedan a li çiyayê Herekolê, yekîneyeke veşartî ya artêşa Tirk, ku kemîn datanî ket kemîna gerîla.

Gerîlayan bi ser eskerên Tirk de girtin û ji nêz ve li wan dan.

Di çalakiyê de dagirkerek hat kuştin û yek jî birîndar bû.

22’yê Gulanê jî li navçeya Dersimê Pilûrê li nêzî Kuleya Gayret Baba li dijî wesaîteke kontrayan çalakî hat lidarxistin.

Gerîlayan ji nêz ve li wesaîta kontrayan dan.

Di çalakiyê de 2 kontra hatin kuştin û wesaîta wan jî derb xwar.

Li herêma Zapê jî gerîla bi Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê rabûn.

11’ê Îlonê dagirkeran xwest li Cîloya Biçûk biçeper bin.

Gerîlayan bi çekên giran li wan dan.

Di encama çalakiyê de eskerên Tirk dawî li çêkirina çeperan anîn.

DEWLETA TIRK LI AVAŞÎNÊ SÛCÊ ŞER DIKE
HPG: LI GIRÊ SOR HEVRÊYEKÎ ME DI ÊRIŞA BI GAZA KÎMYEWÎ DE ŞEHÎD BÛ

Di daxuyaniya HPG’ê de têkildarî êrişên li dijî Qadên Berxwedanê yên Girê Sor û Werxela Avaşînê jî ev agahî hatin dayîn:

28’ê Tebaxê artêşa Tirk careke din sûcê şer kir.

Li dijî gerîlayên li Girê Sor gaza kîmyewî bi kar anî.

Di encama vê êrişa nemerdane de gerîlayek şehîd bû.

Wê paşê nasnameya gerîlayê şehîd were ragihandin.

9’ê Îlonê artêşa Tirk a dagirker 8 caran bi teqemenî û gaza bi jahr êrişî Qada Berxwedanê ya Werxelê kir.

Dagirkeran piştî vê êrişê xwestin bikevin qada berxwedanê.

Li vir di navbera gerîla û eskerên Tirk de şerekî dijwar qewimî.

Di encama berxwedana gerîla de dagirkeran nekarîn bipêşkevin.

Her wiha 10 ê 11’ê Îlonê dîsa artêşa Tirk li dijî qada berxwedanê ya Werxelê gelek caran gaza kîmyewî bi kar anî.

HPG’ê herî dawî jî ragihand, ku 9 û 10’ê Îlonê gelek qadên Metîna, gundê Şiyê yê Akrê û gelek qadên Avaşînê bi balafirên şer û helîkopterên êrişê hatine bombekirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv