Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Artêşa Tirk dixwaze bi hevkariya PDK’ê ve li herêmê encam bigre

 

HEVKARIYA DEWLETA TIRK Û PDK’Ê
ARTÊŞA DAGIRKER DIXWAZE BI HEVKARIYA PDK’Ê VE LI HERÊMÊ ENCAM BIGRE

Ji 23’ê Nîsanê vir ve êrişên dewleta Tirk a qirker li herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê dewam dike.

Artêşa Tirk a li dijî berxwedaniya gerîla nikare pêşve biçe hewil dide bi êrişên noqteyan encam bigre.

Di van êrişan de artêşa tirk ji gazên kîmyewî heta her cûre çekên qedeqekirî li dijî gerîla bi kar tîne.

Li gel van êrişan PDK û MÎT’a tirk ji bo gundên herêmê vala bikin di nava hevkariyê de ne.

Artêşa Tirk ya ku li herêmê hemû kiryarên qirêj pêktîne, nikare li himberî berxwedaniya gerîla pêş ve biçe.

PDK ji bo ku artêşa tirk li hemberî berxwedana gerîla têk neçe, hewil dide dor li qadên gerîla bigre.

Di demên cûda de bi sedan wesayitên zirxî û çekdarên bi navê Gulan û Zerevanî sewqî herêmê kir.

Di encama vê hevkariyê de çekdarên PDK’ê yekîneyeke gerîla li herêma Xelîfanê ku dema dixwestin ava Zê derbas bikin xist kemînê.

Têkildarî aqûbeta van gerîlayan de herçiqasî agahiyê zelal bidest neketibin jî, li gorî agahiyên ku HPG’ê parvekirin ji yekîneyê şehîd û birîndar hene.

Di vê bûyerê de PDK ji bo rûreşiya xwe veşêre bêdeng dimîne û hîn jî li gel kujerê zarokên Kurd ango li dijî şervanên azadiyê cîh digre.

Bi van êrişên qirker dewleta tirk dixwaze bi hevkariya PDK’ê hebûna xwe li herêmê bidomîne.

Ji bo vê plana xwe bi ser bixe jî di nav rêvebiriya PDK’ê de ji xwe re hevalbenden baş dîtine.

Êrişên li ser Efrînê, Girê Spî û Serê Kaniyê jî di heman konseptê de hatin meşandin.

Di van êrişan de jî Kurdên xwefiroş û hevkar ên alîgirê PDK’ê li gel artêşa qirker cîh girtin.

Herçendî armanca van êrişan wek daxwaza dewleta qirker a vegera sînorê Mîsakî Mîlî tê binavkirin jî, ev êriş bi armanca ji holê rakirina îradeya Kurdê azad tên kirin.

Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ji bo di vê polîtîkaya xwe ya dij-Kurd de bi ser bikeve ji derveyî hevalbendên siyasî ji xwe re hevalbendên aborî jî ditîne.

Deverên hatine dagirkirin dewlemendiyên ser erd û binderd pêşkêşî hevkarê xwe yên mîna Yuksel Holdîng, TOKÎ û Cengîz Holdîng dike.

Di talana xwezaya Kurdistanê de ev şîrketên hevalbendên rejîma faşîst xwedî roleke girîng in.

Dewleta tirk a dagirker li gel polîtîkayên xwe yê talan û dagirkeriyê ji bo demografiya herêmê biguherîne jî di nav hewildanan de ye.

gundên devera Zaxo, Amediyê û Duhokê yên bi hevkariya PDK’ê hatine valakirin, çeteyên xwe û malbatên wan bi cîh dike.

Tê îdiakirin ku li gel komên çete malbatên Afganî jî li herêmê tên bicîh kirin.

Hate diyarkirin ku 350 penaberên Afganî yên temenê wan di navbera 16 û 40 salî de ne ku li Wanê dimînin ji bo vê herêma navborî bên şandin tên amadekirin.

Tê gotin ku ew penaber di serî de li herêmên mîna Zaxo, Amediyê û Duhokê werin bicîhkirin û ger ev plan serketî be wê li deverên din yên Başûrê Kurdistanê jî bên bicîh kirin.

Têkildarî mijarê lêkolînerên siyasî diyar dikin ku dewleta Tirk ji ber hevkariya PDK’ê cesaret dike van gavan bavêje.

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv