ŞERÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYA TIRK
HPG: BERXWEDANA LI AVAŞÎNÊ DEWAM DIKE
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî rewşa dawî ya li Avaşîn, Garê, Zap û Metînayê daxuyaniyek da.
Daxuyanî wiha ye:
Li qada berxwedanê ya Werxelê ya Avaşînê;
4’ê Îlonê saet di navbera 7 û nîvê êvarê heta 9’ê şevê û 5’ê Îlonê serê sibê saet di 7’an de artêşa Tirk a dagirker 17 caran bi teqemenî û gazên bi jehr êriş bir ser qada berxwedanê ya Werxelê.
Piştî bombardûmana giran, dagirkeran hewl dan ber bi qada berxwedanê ve biçin. Bi destwerdana berxwedêrên Werxelê re bêencam man û vekişiyan.
Li qadên berxwedanê liv û tevgera droneyan û balafirên keşfê dewam dike.
4’Îlonê ji 9 û nîvê sibê heta 10’an li qada Garê gundê Gûzê û qada Kafya bi balafirên şer hatin bombekirin.
4’ê Îlonê saet ji 11 û nîvê şevê heta 1 û nîvê şevê li herêma Avaşînê helîkopter li ser qadên Mervanos, Tabûra Ereban, Girê Spî, Girê Sor û Girê Silêman geriyan.
4’ê Îlonê ji 9 û nîvê sibê heta 7 û nîvê êvarê li herêma Zapê qadên Çemço û Gundê Rênçbiraxa ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan hatin bombekirin.
4’ê Îlonê danê êvarê li herêma Metînayê quntara Girê Zendûrayê û li nehiya Kanî Masî ya navçeya Amediyê derdora gundê Hirorê ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obus û hawanan hatin bombekirin.
5’ê Îlonê sibê saet di 8 û nîan de qada Çiyayê Reş a li herêma Zapê bi balafirên şer hate bombekirin.”