Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

Dewleta Tirk bi her cûreyî êriş dike

 

ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ
DEWLETA TIRK BI HER CÛREYÎ ÊRIŞ DIKE

Navê Werxelê li dijî êrişên dewleta tirk a dagirker ve bi berxwedaniya gerîla ket roja me.

Li Werxelê ya herêma Avaşînê şerekî giran diqewime.

Gerîlayên azadiya Kurdistanê yên li Werxelê ji 8’ê Hezîranê û wir ve her roj li dijî artêşa dagirker çalakiyan dikin.

Eskerên Tirk ku li Zagrosan ji ber şertên erazî û avûhewayê tengav bûne, bi ser de derbên giran ji gerîla dixwin.

Gerîlayên li Werxelê têdikoşin, diyar kirin ku gelek caran ew bûne şahid lewazî û têkçûna eskerên tirk.

Li hemberî çalakiyên gerîla yên bi bandor li gel eskeran, fermandarên artêşa tirk jî di warê psîkolojîk û eskerî de têk çûne.

Artêşa dagirker ji bo eskerên xwe motîve bikin,hewl dide derbê li gerîla bide û di warê psîkolojîk de awantajê têxe destê xwe.

Ji bo vê jî li qadên şer, serî li hemû riyên qirêj ên derveyî pîvanên navnetewî û mirovî dide.

Ji 8 heya 16’ê Hezîranê li herêma Werxelê şerekî giran qewimî.

Artêşa dagirker ji bo têkeve tunelên şer bi hemû teknîka xwe êriş kir.

Şerê giran yê li herêmê diqewimî bi berxwedana gerîla dagirker nikarîn nêzî tunelên şer bibin.

Artêşa ku li dijî gerîla nikarî pêşve biçe, cara ewil di 16’ê Hezîranê de gaza jehrî bi kar anîn.

Eskerên ku nikarîn nêzî tunelan bibin, giranî dan gazên jehrî û teqemeniyên qedexekirî.

Ev çekên qedexe li qada Cîloya Biçûk a Zapê jî bi kar anîbûn, teqemeniya wan ketibû destê gerîla.

Bi eynî rêbazan artêşa Tirk xwest li Werxelê jî encamê bidest bixe lê ev rêbaz jî pûç derket.

Bi şerê giran ên li Mamreşo, Aris Faris, Mervanos, Dola Maran, Dola Konferansê gerîla hertim li dijî hemû êrişan rêbazek pişxist û êrîş pûç kirin.

Artêşa Tirk di heman rojê de yanî 16’ê Hezîranê li dijî gerîlayên ku li tunelan li ber xwe didan bi rêbazeke hovene êrîşek nu pêk anî.

Ji devê tunelan benzîn berda tunelê da, hewl da ku gerîlayên di hundirê tunelê de bişewitîne.

Bi benzînê şewitandin, bi gaza kimyewî fetisandin, ji çend rêbazê şerê artêşa Tirk in.

Eskerên Tirk heman rêbaz beriya niha jî ceribandibûn li qada Werxelê dîroka xwe ya şerê qirêj dubare kir.

Di berxwedana xwerêveberiyê de li jêrzemînên Cizîrê çawa ku berxwedêr bi saxî şewitandin, niha jî bi eynî rêbazî êrişî gerîlayên azadiyê dike.

Hêzên gerîla yên ku li Werxelê bi cih bûne bi girtina dîmenan tiştên ku têne jiyîn bi belge dike.

Weke ku di dîmenan de jî diyar dibe li dora tûnelan ti tevgera leşkeran nîne lê şelîtên teqemeniyan ku ji jora tunelan berdane xuya dikin.

Di dîmenan de her wiha xuya dike ku artêşa Tirk çawa ziyanê dide sirûşta Kurdistanê jî.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv