DEWLETA TIRK KUJERÊ ZAROKÊN KURD E
MÎHRAÇ MÎROGLU YÊ 7 SALÎ LI HEZEXÊ HAT QETILKIRIN
Dewleta Tirk a dagirker bi salane bi awayekî sîstematîk zarokên Kurd dikuje.
Vê yekê jî bi wesaîtên xwe yên zirxî di bin navê “qezayê” de dike.
Herî dawî jî li taxa Turgut Ozal a navçeya Şirnexê Hezexê zarokekî Kurd hat kuştin.
Wesaîta zirxî ya polîsên dewleta Tirk pê li Mîhraç Mîroglu yê 7 salî kir.
Mîhraçê biçûk nehate rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.
Bi sedan kesî cenazeyê Mîhraç ji nexweşxaneyê girtin û birin goristanê.
Cenazeyê zarokê Kurd li Goristana Şêx Hesen bi beşdariya sedan kesî hat veşartin.
Navenda Giştî ya HDP’ê têkildarî kuştina zarokê Kurd daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
Mîhraç Mîroglu yê 7 salî li Hezexê hat qetilkirin.
Li bajarên Kurdan mirina bi wesaîtên zirxî û wesaîtên hêzên dewletê pêk tê, ne mirin kuştin e.