PÊNGAVA ŞOREŞGERÎ YA BAZÊN ZAGROSÊ
HPG: HÊZÊN YJA-STAR’Ê LI ZAPÊ DERB LI HELÎKOPTEREKE ÊRIŞÊ DAN
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî rewş û şerê dawî yê li dijî dagirkeriyê daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de têkildarî çalakiyên gerîla de ev agahî hatin dayîn.
31’ê Tebaxê gerîlayan li nuqteyeke kontrolê ya ser rêya Şemzînan û Geverê çalakî kirin
Di vê çalakiyê de hejmara dagirkerên hatin cezakirin û birîndar bûn nehate zelalkirin.
2’ê Îlonê jî helîkopterên êrişê ku dixwest qada Tîpa T ya herêma Zapê bombebaran bike bû hedefa hêzên me yên YJA-Starê.
Hêzên me bi taktîkên gerîlatiya serdema nû li helîkopteran dan.
Di encama vê çalakiya serketî de helîkoptereke êrişê derb xwar.
Heman rojê artêşa Tirk bi teqemeniyan û çekên giran bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barandin.
Dagirkeran xwestin piştî bombardûmanê bi pêş ve biçin.
Gerîlayên Werxelê ji nêz ve li dagirkeran dan û dagirker neçar man vekişin.
Artêşa Tirk a ku nikare li herêmê pêş kevê 3’ê Îlonê bi gazên bi jehr êrişî qada berxwedanê ya Werxelê kir.
2’ê Îlonê jî qadên Çemço, Sîda û gundê Rençbiraxa ên li herêma Zapê bombebran kir.
Şewata ji ber bombardûmanê rû da hîn jî dewam dike.
Li nehiya Kanî Masî ya navçeya Amediyê jî derdora gundên Dêşîşê, Êdînê, Kêste, Serarû û Hirorê, qadên Koordîne bi balafirên şer û helîkopterên êrişê hatin bombekirin.
3’ê Îlonê jî li herêma Garê gundên Kafya, Şêranê û Rêdinê bi balafirên şer hatin bombekirin.
Ji bo bombebaranê li herêmê şewat derket.