DEWLETA TIRK DÎSA WESAÎTEKE GUNDIYAN BOMBE KIR
ÊRIŞA BI BALAFIRÊN ŞER LI GUNDÊ MEREDUY Ê HERÊMA PIŞDERÊ YA SILÊMANÎ PÊK HAT
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li bajarokê Pişder ê Silêmanî wesayîtek sivîl bombebaran kir.
Êriş li dijî wesaîteke gundiyên Meredu yê girêdayî bajarokê Jarawe pêk hat.
Lê têkildarî zerar û ziyana pêk hatî agahiyên berfireh nehatin bi destxistin.
Dewleta Tirk 13’ê Hezîranê de jî li bajarokê Pişderê yê Silêmanî wesaîtek sivîl bombebaran kiribû.
Di êrişê de 4 kes şehîd bûbûn.