Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dewleta Tirk qira xwezaya Kurdistanê tîne

 

DEWLETA TIRK QIRA XWEZAYA KURDISTANÊ TÎNE
ESKERAN AGIR BERDA DARISTANÊN DÊRSIMÊ Û NAHÊLIN WERE VEMIRANDIN

17’ê Tebaxê artêşa Tirk li navçeya Dersimê Xozatê li qada Danziyê dest bi tevgereke dagirkeriyê kiribû.

Û paşê agir bi qada daristanî xistibû.

Ji wê rojê ve ango ev du heftene daristanên herêmê dişewitin.

Ji ber ku xebatên vemirandinê ji aliyê rayedarên Tirk ve hatin astengkirin şewat li qadeke berferih belav bûye.

Çavkaniyên xwecihî dan zanîn ku agir ber bi gundên navçeya Pulurê ve belav dibe.

Vê yekşemê li qada Firtina Velî ya Geliyê Munzûrê û Çemê Roj ê li Geliyê Pîlemuriyê jî şewatê dest pê kir û berbelav bû.

Xelkê herêmê li gel tîmên arkuj ên şaredariya Dersimê hewl didin agir vemirînin.

Şewata li Geliyê Pîlemuriyê jî dewam dike û heta niha ji bo vemirandinê tiştek nehatiye kirin.

NÛNERÊN HÊZÊN KED Û DEMOKRASIYÊ:
DEWLET BI ŞEWATAN DIXWAZÊ HERÊMÊ BÊMIROV BIHÊLE

Nûnerên Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Dersimê çûn herêma lê şewat heye.

Ji aktîvîstên parastina xwezayê Haydar Çetînkaya da zanîn ku hewldana wan a vemirandina agir her tim ji aliyê eskeran ve tê astengkirin.

Serokê Navenda Lêkolînên Dersimê Selman Yeşîlgoz jî diyar kir ku ew şewat plankirî ne û got:

Bi salan e erdnîgariya Dersim û bi giştî ya Kurdistanê tê talankirin. Li dijî van kiryarên qirêj em banga xwedî-derketina axa xwe li gel dikin.

Hevserokê şaredariya bajaroka Periyê Oran Çelebî yê ji erkê hatiye girtin û serokê rêxistina EMEP’ Dersimê Ergîn Tekîn jî destnîşan kirin armanc valakirina herêmê ji mirovan e.

Vê yekşemê agir bi daristanên gundê gundikê Xarsak ê girêdayî navçeya Çewligê Korxolê jî ket.

Şêniyên herêmê hewl didin şewatê vemirînin.

Di vê navberê de li Komeleya Dersimiyan a Mêrsînê jî bi daxuyaniyê banga mudaxeleya şewata li Dersimê kir.

REJÎMA FAŞÎST HES’A DUYEMÎN LI ÇEMÊ ZORAVA ÇÊDIKE
HEYETA HDP’Ê Û EKOLOJIYÊ ÇÛ HERÊMÊ: EM DESTÛRA ÇÊKIRINA HES’AN NEDIN

Devereke din a ku dewleta dagirker êrişî wê dike Çemê Zorava yê navçeya Sêrtê Dihê ye.

Rejîma faşîst bi rêya şîrketên nêzî xwe dixwaze duyemîn Santrala Hîdroelektrîkê HES’ê li ser Çem ava bike.

Heyetek jî HDP’ê û Komîsyona Ekolojiyê bi şêniyên herêmê re lêkolîn kirin.

Welatiyan diyar kir ku ev Santrala Hîdroelektrîkê wê bandoreke xerab li ser jiyana wan bike û xwestin proje were betalkirin.

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv