DARISTANÊ KURDISTANÊ DIŞEWITIN
ESKERÊN TIRK NAHÊLIN ŞÊNIYÊN HERÊMÊ ŞEWATÊ VEMIRÎNIN
17’ê Tebaxê piştî tevgera eskerî ya li herêma gundên Kûrûkaymak û Danzî yên girêdayî navçeya Xozat a Dersimê şewat derket.
Şewata ku ev 12 roje dewam dike ji ber ku eskerên Tirk nahêlin şêniyên herêmê mudaxele bikin belav dibe.
Hat hîn bûn ku şewat li gundên Ûzûnçeşme, Degirmendere, Derekoy û gomên Çamurek û Hinzorî yên girêdayî gundê Karper a navçeya Pulurê jî belav bûye.
Şêniyên herêmê bertek nîşanî astengiyên eskerên tirk dan û gotin.
“Bi rojane şewat belav dibe. Bi tu awayî mudaxileyî şewatê nakin.
Kesên dixwazin mudaxile bikin jî, rastî astengî û qedexeyên eskeran tên.
Qadên daristan bûn xelî. Ev şewat bi rojane dewam dike. Tevahiya herêmê di nava agir de maye.”
Welatiyek, li gundê Karper ê girêdayî navçeya Ovacikê jî, van agahiyan dide:
“Du roj berê, ji Midûriyeta Rêvebiriya Daristanê ya Xozatê bi makînayên kar ên rê çêdikin hatin, lê paşde çûn. Îro cardin hatin, lê dîsa rê venekirin. Me dixapînin.”
DARISTANÊ KURDISTANÊ DIŞEWITIN
ŞEWATA LI HERÊMA BESTAYÊ 4 ROJ IN DEWAM DIKE
Şewata li gundê Mêhrîna ya herêma Bestayê jî ev 4 roj in dewam dike.
Şewata ku di encama bombebarana balafirên tirk de derketiye nayê vemirandin.
Eskerên Tirk bi hinceta ku herêm qedexe ye nahêlin welatî biçin şewatê vemirînin.
Ji ber ku mudaxeleyî şewatê nayê kirin agir her ku diçe belav dibe.