KOMÎTEYA TÊKILÎ Û TIFAQAN A KJK’Ê:
EM PIŞTGIRIYÊ BIDIN GEL Û JINÊN AFGANISTANÊ
Komîteya Têkilî û Tifaqan a Demokratîk a KJK’ê daxuyaniyek weşand û got,
Li Afganistanê ku bi dehan sal in qada şerê wekaletê ye, di encama polîtîkayên qirêj ên hêzên serdest ên cîhanî de desthilatî li dijminên jinan Talîbanê hatiye radestkirin.
Ev rastiya ku li Afganistanê û li tevahiya cîhanê bûye sedema hêrsa mezin a jinan û gelan, vê rastiyê careke din radixe pêş çavan:
Ji bilî hêza xwe, ji bilî rêxistiniya xwe û ji bilî parastina xwe, hêzek nîn e ku em xwe bispêrinê.
Îro hêzên ku Afganîstan radestî Talîban kirin, heman hêz in ku Efrîn, Serêkanî û Girê Spî radestî dewleta tirk kirin da ku dagir bike.
Yên ku duh ji bo dagirkirina bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rê ji Komara tirk vekirin, îro heman senaryoyê li Afganîstanê dubare dikin.
Em jinên Kurdistanî em weke duh, îro jî bi jinên Afgan û gelê wê re ne.
Di serî de yên Rojhilata Navîn, em bang li hemû jinên cîhanê dikin ku piştevaniya xwişkên me yên Afgan bikin, dengê xwe tevlî dengê wan bikin û parastina jiyan, destketî û xeyalên wan bikin.