Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

NPG: ‘Em çalakiyên gerîla yên silavkirina 15’ê Tebaxê pîroz dikin’

 

FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA PARASTINA GEL
“EM ÇALAKIYÊN GERÎLA YÊN SILAVKIRINA 15’Ê TEBAXÊ PÎROZ DIKIN”

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel bi daxuyaniyekê çalakiyên ji bo silavkirina 15’ê Tebaxê hatin lidarxistin pîroz kir.

Di peyamê de wiha hat gotin:

Gerîlayên azadiya Kurdistanê ji bo silavkirina pêngava 15’ê Tebaxê çalakiyên berfireh lidar xistin.

Gerîla îro li her derê bi tempoyeke bilind û fedakariyeke mezin çalakiyên serketî pêk tînin.

Pûçkirina teknîka dijmin bi rêbaza afrîner a gerîlayê modern, serketineke girîng e.

Pêkhatina çalakiyên bi armanca silavkirina 15’ê Tebaxê xwedî wateyeke dîrokî ye.

Ev çalakî, serketina gerîlayên li ser rêya fermandar Egîd dimeşin nîşan dide.

Çalakiyên bi armanca silavkirina pêngava 15’ê Tebaxê gerîlayan pêk anîn ev in:

6’ê Tebaxê li Şemzînanê 8 dagirker hatin cezakirin,wesayita bi tîpa Kîrpî hat îmhakirin.

10’ê Tebaxê li deriyê Qaçê ya herêma Kato Jîrkayê ya Elkê çalakiya sabotajê hat lidarxistin

Bi kêmanî 6 dagirker hatin cezakirin.

11’ê Tebaxê li herêma Heftanînê dagirkerekî li ser girê Kato Sûlê bi çalakiya sûîqestê hate cezakirin.

12’ê Tebaxê li qada Girê Sor a herêma Avaşînê li ber tunelên şer dagirkerek hat cezakirin.

12’ê Tebaxê li qada Girê Azad a herêma Metînayê çalakiya koordîneyî bi çekên giran hat lidarxistin.

Di vê çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin.

13’ê Tebaxê li qada Werxelê ya Avaşînê 2 dagirker hatin cezakirin, 200 kîlo teqemenî hat desteserkirin.

14’ê Tebaxê li qada girê Koordîne yê Metînayê 2 dagirker hatin cezakirin û alavên leşkerî hatin îmhakirin.

Em wek Fermandariya Biryargeha Navendî ji hevrêyên xwe yên tevlî van çalakiyan bûne pîroz dikin û hêviya serketinên nû dikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv