KUŞTINA JINAN POLÎTÎK E
JINA ÊZIDÎ BARAN A JI ALIYÊ SERKAN O. VE HATIBÛ KUŞTIN ŞANDIN ŞENGALÊ
Jina Êzidî Baran Hasan Reşo di 6’ê Tebaxê de ji aliyê Serkan O. de li Midyadê hat kuştin.
Bavê Baran, Hasan Reşo Alî yê li Ewropayê dijî ji bo cenazeyê keça xwe bigire berê xwe da Midyadê.
Ji aliyê Parlementer Feleknas Ûca, aktivistên TJA û êzidiyan ve hat peşwazîkirin.
Bav Hasan Reşo Alî beriya cenazêyê keça xwe bigire, serî li dozgeriya Komerê ya Midyadê da û giliyê kujer Serkan O, kir.
Bavê Baranê li ber morgê axavtinek kir û got:
Em neçar man ji ber zilma çeteyên DAIŞÊ cihê xwe biterikînin.
Lê li vir jî bi heman rêbazî keça min qetilkirin.
Parlementera HDP’ê Feleknas Uca her çiqasî ji aliyê polisan ve hat astengkirin jî li vir daxuyaniyek da.
Feleknas Uca pêşî kuştina jina ciwan şermezarkir û diyarkir ku Baran Reşo ji aliyê heman hişmendiyê ve hat qetilkirin.
Piştî daxuyaniyê, cenazeyê Baran ber bi Şengalê ve hat oxirkirin.