DEWLET TIRK Û ÇETEYÊN WÊ
LI EFRÎNA DAGIRKIRÎ DI HEFTIYEKÊ DE 33 SIVÎL REVANDIN
Li Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, sûcên dermirovî bênavber didomin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi armanca ku fidyeyê bistînin, di nava vê hefteyê de 33 şêniyên Efrînê revandin.
Cihên ev welatî hatine revandin û navên van kesan wiha ne:
Li navçeya Cindirêsê 6 welatî ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve hatine revandin.
Li navçeya Mabatayê jî artêşa tirk welatiyên bi navê Ebdîn Omer û Kawa Ebdîn Omer bi darê zorê bi xwe re birine ciyekî nediyar.
Li navçeya Bilbilê 7 welatî hatin revandin. Navê hin kesên revandî wiha ne.
Mihemed Hec Hisên, Azad Horîk Hebel, Selah Reşîd Horo û Selah Reşo Xîtar.
Li navçeya Recoyê jî çeteyên El-Emşat şêniyê bi navê Ramî Omer Qere revand.
Çeteyên Tirk li navçeya Şêrewayê bi hevkariya istixbarata dewleta Tirk a dagirker Hemîd Hisên Mistefa û Merwan Şêxo Elî revandin.
Li navçeya Şera çeteyên Sultan Murad 15 welatiyên gundê Qirtqilaqê revandin.
Navê hin kesên din ên revandî wiha ne: Mihemed Berakat, Îbiş Berakat, Luqman Hemadê, Ehmed Ednan Mistefa, Ednan Mistefa, Ednan Berakat, Ebdîn Elî Şebab, Mihemed Şêx Ehmed, Luqman Şêx Ehmed û Egîd Ehmed Şebab.
HOVÎTIYA DEWLETA TIRK LI EFRÎNÊ
AQÛBETA 35 MALBATÊN JI ALIYÊ ÇETEYAN VE HATINE REVANDIN NE DÎYAR E
Heta ragihandin ku aqûbeta 35 malbatan ji aliyê çetayan hatine revdin ne diyare.
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku îstixbarata dewleta Tirk a dagirker kesên revandine dibe gundê Kîmarê teslîmî çetayan dike.