LI GILÎDAXA AGIRÎ ÇALAKIYA GERÎLA
HPG: HERÎ KÊM 5 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla yên li Agirî ev agahî parve kirin.
Roja 13’ê Tîrmehê artêşa Tirk a dagirker li dever Demîkapi ya herêma Gilîdagi ya Agirî dest bi tevgera dagirkeriyê kir.
Gerîlayan yekîneyek veşartî ya li qadê xistin kontrola xwe û ji sê baskan ve li dijî wan çalakî kir.
Di encamê de ev yekîne hat bêbandorkirin û bi kêmanî 5 dagirker hatin cezakirin.
Dagirkerên ku ketina nava tirs û panîkê belavî bejahiyê bûn.
Gerîlayan cara duyemîn li dijî dagirkeran çalakî kirin.
Lê têkildarî hejmara dagirkerên hatine cezakirin agahî nehatin girtin.