Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG: YJA-Star’ê li Xantûrê derbên giran li dagirkeran xistin

 

CENGA XABÛRÊ LI HEFTANÎNÊ
HPG: YJA-STAR’Ê LI XANTÛRÊ DERBÊN GIRAN LI DAGIRKERAN XISTIN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî rewş û şerê dawî yê li Heftanîn, Metîna û Avaşînê agahî dan.

Li gorî daxuyaniyê:

Di çarçoveya pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Heftanînê:

10’ê Tebaxê gerîlayên YJA-Starê li dijî dagirkerên li girê Îndirme ya Xantûrê di nava tevgerê de bûn çalakiyeke sabotajê kirin.

Di çalakiyê de gelek dagirker hatine cezakirin.

CENGA XABÛRÊ Û BAZÊN ZAGROSÊ
HPG: LI METÎNA Û AVAŞÎNÊ 2 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN

Di çarçoveya pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Metîna:

Gerîyan 10’ê Tebaxê bi çekên giran li dagirkerên li Boxaza Girê Azad dan.

Hedefên hatibûn diyar kirin bi awayekî serketî hat xistin.

11’ê Tebaxê jî gerîlayên YJA-Starê li dijî dagirkerên li Girê Koordîne çalakî kirin.

Di encamê de dagirkerek hat cezakirin, 2 kamerayên mobese hatin îmhakirin.

Di çarçoveya pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê:

Roja 10’ê Tebaxê gerîlayan li quntarên girê Sor yekîneyeke veşartî ya artêşa Tirk a dagirker xist kontrola xwe.

Paşê ji nêz ve li vê yekîneyê dan.

Di çalakiyê de bi kêmanî dagirkerek hat cezakirin.

Piştî vê çalakiyê dagirker qedemeyekê vekişiyan.

Heman rojê girê Silêman jî gerîlayan bi awayekî serketî li dagirkeran dan.

RÊBAZÊN ŞERÊ QIRÊJ ÊN DEWLETA TIRK
HPG: ARTÊŞA TIRK 7 CARAN GAZA KÎMYEWÎ AVÊT TENELÊN WERXELÊ

Têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên 10’ê Tebaxê jî HPG’ê ev agahî dan:

Qada Siyanê ya Garê bi balefirên şer hat bombebarankirin.

Ji ber bombebaranê agir bi qadê ket û şewat didome.

Dewleta Tirk dora gundê Dêşîşê û Serarû ya Kanîmasiyê dora Girê Koordîneyê bombebaran kir.

Tunelên şer ên li qada Werxelê ya Avaşînê jî bi teqemenî, balefirên şer û helîkopteran hat bombekirin.

Her wiha artêşa Tirk a dagirker li hemberî tunelên şer 7 caran gaza kîmyewî bi kar anî.

Li qada girê Sor a Avaşînê jî dema dagirkeran xwest bi teqemeniyan êrişî tunelên şer bikin gerîlayan bersiv da.

Di encamê de dagirker neçar man ji qadê vekişin.

Li ser qadê hê jî Drone digerin.

Qada Çemço ya Zapê bi çekên giran hat bombekirin.

Di êrişan de ti zirar li hêzên gerîla nebû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv