WEQFA JINA AZAD A SÛRIYÊ
WEQFA JINÊ JI BO JINAN DERFETEK E
Ji bo pêşketina jinan di hemû warên jiyanê de Weqfa Jina Azad a Sûriyê projeyên xwe didomîne.
Di heman demê de, ji bo perwerdekirina jinan û zarokan jî di nava tevgerê de ye.
Weqfa Jinê ji bo jinan gelek derfetên kar wekî tenduristî, dirûnxane, fêrbûna ziman û hwd. afirandiye û pêşkêşî jinan kiriye.
Ji Rêveberiya Weqfa Jina Azad a Sûriyê Diyana Ehmed dibêje; Xebata Weqfa Jinê piranî têkildarî jin û zarokan e, lê projeyên cudatir jî tên pêşkêş kirin.