Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

HPG: Li Girê Sor ê Avaşînê 2 dagirker hatin cezakirin

 

PÊNGAVA ŞOREŞGERÎ YA BAZÊN ZAGROSÊ
HPG: LI GIRÊ SOR Ê AVAŞÎNÊ 2 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê encamên çalakiyên dawî yên gerîla eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê, di çarçoveya pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de:

8’ê Tebaxê gerîlayên YJA-Starê li dijî dagirkerên li ser girê şehîd Axîn ê herêma Xakurkê bi çekên giran çalakiyek kirin.

Gerîlayan li hedefên diyar kiribûn bi awayekî serketî li wan dan.

Lê hejmara dagirkerên hatin cezakirin û birîndar bûn nehat tespîtkirin.

Di çarçoveya pêngavê de gerîlayan heman rojê li dijî dagirên li herêma Avaşînê jî çalakî kirin.

Dagirkerên li quntarê Girê Sor ji aliyê hêzên gerîla ve hatin kontrolkirin.

Dema dagirker ketin nava livûtevgerê, gerîlayan ji nêz ve li wan xistin.

Piştî vê derbê, dagirker li qadê belav bûn û gerîlyan cara duyemîn li wan da.

Di çalakiyên gerîla de bi kêmanî 2 dagirker hatin cezakirin.

Dagirkeran piştî kuştiyên xwe ji herêmê derxistin, qedemeyekê vekişiyan..

Navenda Ragihadin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker jî ev agahî dan.

8’ê Tebaxê li herêma Avaşînê li dijî tunelên şer ên li qada Werxelê 5 caran gazên kîmyewî hatin bikaranîn.

Heman rojê tunelên şer bi teqemeniyan hatin bombekirin.

Li herêma Zapê jî bi balafiran bombe barandin ser qadên Karker û Sîdayê.

Dîsa heman rojê helîkopter li qada Qaşûra ya herêma Metînayê geriyan.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv