“ÊDÎ BES E! DEM DEMA AZADIYÊ YE”
KCD Û DBP: BI OCALAN RE WÊ HER TIŞT BIGUHERE
“Êdî Bes e! Dem Dema Azadiyê ye”
Di çerçoveya vê pêngavê de, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, tevî şandeyek li Colemêrgê bûn.
Şande çû serdana gundên Peyanis, Nîşê û Baleka û bi gel re civiyan.
Rêxistinên HDP’ê yê navend û navçeyên bajarê jî tevlî serdana gundan bûn.
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, di hevdîtina bi gel re axivî.
Bibîr xist ku desthilata faşîst a AKP/MHP’ê bi “Plana Çokşikandinê” êrişên xwe yên li dijî Kurdan didomîne.
Berdan Ozturk bal kişan ser tecrîdkirina Rêber Apo û got;
Armanca gavên şer ku bi tecrîdê avêtin, birîna dengê birêz Ocalan bû.
Hevserokê KCD’ê destnişan kir ku desthilata faşist a AKP/MHP’ê ber bi ruxanê ve diçe, lewma êrişên xwe zêde dike.
Di berdewamiya axaftina xwede Berdan Ozturk, bal kişand ser girîngiya hevdîtinên bi Rêber APO re;
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî pîrozbahiyên Newroza 2021’an bibîr xist û got;
Di Newrozê de bi milyonan kes azadiya Rêber Apo qêriyan û peyamên pêwîst dan.