Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Felemez Ûlûg: PDK li pey çi ye?

 

PDK LI PEY ÇI YE ?
FELEMEZ ÛLÛG / XWEBÛN

23’ê nîsanê dewleta tirk a dagirker li dijî qadên gerîla û başûrê Kurdistanê dest bi êrîşa dagirkeriyê kir. Ji wê rojê heya niha artêşa tirk tevî hemû teknîk û teknolojiya xwe ya leşkerî jî li herêmê asta ku dixwest nikarî pêş ve biçe.

Gerîlayên Kurdistanê bi taktîk û têgeha gerîlayên serdemê ve derbeyên mezin li artêşa dagirker dixe. Artêşa tirk a li hemberî gerîlayên Kurdistanê bê çare mayî hewl dide bi alîkariya hevkarên xwe yê herêmî encamê bi dest bixe.

Bûyer û pêşveçûnên li herêmê diqewimin diyar dike ku PDK di vê hevkariyê de xwedî rolekî sereke ye. Rastiyek heye ku dijminên gelê kurd bêyî ku tu ferq û cûdahiyê têxin nav hêzên kurdistanî êrîşî hemû destkeftiyên civaka kurd dikin. Lewma ev êrîşên ji 100 rojî zêdetirin dewam dikin jî di vê çarçoveyê de tên meşandin.

Gerîlayên Kurdistanê bi taktîk û hişmendiya serdama nû li dijî dargirkeran berxwedanek bêhempa raber dikin. Darbeyên giran li wan didin û nahêlin xwe li herêmê bicih bikin. Lê bi alîkariya hevkariyên xwe yên bi nasnameya kurd tevdigerin dixwazin vê berxwedana gerîla lewaz bikin. Tevî hemû hewldanên kirêt jî gerîlayên Kurdistanê ji bo di navbera hêzên kurd de bûyerên nexweş neqewimin her tim bi baldarî tevgeriya.

Ragihandina PDK di 26’ê tîrmehê de nûçeyên li herêma Xelîfan yekineyek gerîla ketiye kemîna hêzên PDK servîs kirin. Vê daxuyaniya PDK’ê bi her awayî dilê hêzên dagirke xweş kir. Bûyera li devera gundê Bêxme ya girêdayî navçeya Xelîfan hatî jiyîn asta hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk bi awayekî aşkera raxist ber çavan.

Tevî daxuyanî hatibû dayîn jî têkildarî bûyerê agahiyên ne zelal hebûn. Li ser vê HPG, KCK û saziyên kurd bang li PDK’ê kirin ku li ser bûyerê daxuyaniyek pêbawer bide. PDK’a ku roja bûyer qewimî bi keyfxweşiya serkeftinek mezin bi dest xistî daxuyanî da niha bêdeng ma. Hîn jî bêdeng e.

Gelê kurd li benda PDK’ê ye ku têkildarî aqubeta yekîneya gerîla ya di bin fermandariya Serwer Serhat daxuyaniyekê bide.

Divê em baş bizanibin ku dewleta tirk bi hemû derfetên xwe ji bo di navbera hêzên de nakokiyan derbixe û wan bi hev bide şerkirin li pêy lîstikan e. Em ji bîr nekin ku di osmaniyan de lîstik tu caran naqedin. Lewma divê di serî de PDK hemû aliyên kurd li hemberî lîstikên tên lîstin hişyar bin. Ger di vê demê de bûyerên nexweş di nav hêzên kurd de biqewimin wê ne bi partiyek ango aliyêkî, bi hemû gelê kurd mezin bide winda kirin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv