ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK LI KURDISTANÊ
LI HERÊMA OMERIYA TEVGERA DAGIRKERIYÊ DIDOME
Li herêma Omeriyan bi hinceta tevgera dagirkeriyê li gundên Bizgûr û Kurîk-sîtîlîle, gundikên Serinkaya û Eroglû yên girêdayî navçeya Mêrdînê Nisêbînê qedexeya derketina derve hat ragihandin.
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku artêşa Tirk li vê herêmê dest bi tevgera dagirkeriyê kiriye.
Li gorî çavkaniyan gelek esker beşdarî vê tevgera dagirkeriyê bûne û li gelek deveran noqteyên lêgerînê danîne.
Di vê navberê de li bejahiya navçeyên Sêrtê Berwarî û Tiloyê şewat derket.
Dewlata Tirk bi ji ber ku herêm wek qada eskerî ragihandiye, destûr nadê kes mûdaxeleyî agir bike.