DÎMENÊ ŞEWITANDINA DARISTANÊN KURDISTANÊ
DEMA ESKERÊN TIRK LI ŞEMZÎNANÊ AGIR BER DIDIN DARISTANÊ
Dîmenê li ser ekranên we ji navçeya Colemêrgê Şemzînanê ye.
Dîroka dîmen ne diyar e.
Lê bûyera di dîmen de diqewime girîng e.
Di vî dîmenî de 2 eskerên Tirk xuya dikin.
Tê dîtin ku agir bi daristanê xistine û dûxan bi ser daran ve hildikişe.
Beriya ew kêlî bê qeydkirin, eskeran agir bi daran xistiye.
Lê di qeydê de xuya dike, ku agirê heyî jî gur dikin.
Eskerek bîdon an jî mantareyek tije benzîn li cihê şewatê direşîne.
Ev dîmen bû belgeyek ji bo sûcên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan û erdîngariya welatê wan.
Heta niha artêşa dewleta Tirk a dagirker gelek caran daristan û çiyayên Kurdistanê şewitandibûn.
Hem Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê hem jî gelê Kurd şewitandina daristanan ji gund û çiyayayn gelek caran ragihandin.
Lê ev cara pêşî ye, dîmenekî weke belgeyekê ku eskerên Tirk agir bi daristanên Kurdistanê dixin derket holê.