Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Antalyayê li dijî Kurdan êrişa nijadperest

 

LI ANTALYÊ LI DIJÎ KURDAN ÊRIŞA NIJADPERESTÎ
“HÛN KURD IN, XAKA ME TERK BIKIN, EGER HÛN NEÇIN EMÊ WE BIŞEWITÎNIN”

Li navçeya Antalyayê Elmaliyê komek nîjadperest ku ji 300 kesan pêk dihat, êrişî malbateke kurd kirin.

Malbata Kurga ji bo xebatên demsalî çûbû gundê Bayraklar ê Elmaliyê. Piştî gef û tehdîtên nijadperestan, malbat neçar ma gund biterikîne.

Ji karkeran Servet Kûrga bi van gotinan behsa dema êrişê kir.

“Nivê şevê êrişî me kirin. Poz û parsûyên patronê me şikandin. Ji me re jî gotin, ‘Hûn kurd in, xaka me terk bikin. Serê sibê dîsa hatin avêtin ser cihê me. Niha em di bin kontrola cendirmeyan de ji gund tên derxistin.

Xizmê malbatê yê li Îzmîrê Mûstafa Kûrga da xuya kirin, Cendirmeyên ku hatine cihê bûyerê ji malbata wî re gotine, ‘Tiştek ji destê me nayê. Ji bo ewlekariya canê xwe vê derê terk bikin’.

Kurga da xuya kirin Êrişkar gundî ne û xwe weke Ulkuci didin nas kirin û ji malbata kurd re gotine “Heke hûn sibê Elmaliyê terk nekin emê we bi malbata we re bişewitînin’.

Li aliyê din Parlamenterê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul jî li ser hesabê xwe yê twîtterê da xuya kirin ew bi mijarê re eleqeder dibin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv