Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

56 kesayetên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê piştgirî dan kampanyaya ‘PKK’ê ji lîsteya terorê derxin’

 

“PKK’Ê JI LÎSTEYA TERORÊ DERXIN”
56 KESAYETÊN BAŞÛR Û ROJHILATÊ KURDISTANÊ PIŞTGIRÎ DAN KAMPANYAYÊ

Ji bo PKK ji lîsteya rêxistinên terorê bê derxistin di 13’ê Kanûna 2021’an de kampanyayeke navneteweyî hatibû destpêkirin.

Zêdetirî hezar kesên di qada navneteweyî de navdar ev kampanya ragihandibûn û her ku diçe berfirehtir dibe.

Li Başûrê Kurdistanê jî, ji bo kampanyayê piştgiriyeke xurt heye.

56 kesayet û rewşenbîrên Başûrê û Rojhilatê Kurdistanê piştgirîdan kampanyê.

Û diyar kirin ku piştgirîdana kampanya ji bo azadiya Rêber APO û derxstina PKK’ê ji lîsteyê erkeke exlaqî û nîştmaniye.

Beşek ji daxuyaniyê wiha ye:

Ji bo azadiyê îro li her çar aliyên Cihanê têkoşîneke mezin tê meşandin.

Gelê Kurd weke hemû gelên din daxwaza mafê xwe dike.

Erka exlaqî û neteweyî ya her Kurdekiye ku ji bo azadiya birêz Ocalan li berxwe bide.

Ji be ku azadiya birêz Ocalan çareserkirina pirsa Kurd e.

Em weke hunermend, rewşenbîr, rojnameger, kesayetên siyasî û serbixwe yên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê daxwazê ji hemû beşên civakê dikin ku bi yek deng û helwestê tevlî vê pêngav û kampanyayê bibin.

Bi çalakiyên xwe zextê li hêzên cîhanê bikin ku PKK’ê ji lîsteya terorê derxin û bi awayekî fizîkî rêber APO azad bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv