Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Zeynep Guner: ‘Roja ziman’

 

ROJA ZIMAN
ZEYNEP GUNER / WELAT

Her çiqas em kurd Roja Zimanê Kurdî di 15’ê Gulanê de pîroz bikin jî, di qada navneteweyî de Roja Zimanê Dayîkê wek 21’ê Sibatê tê qebûl kirin.

Li gorî UNESCO, ji 6 hezar û 500 zimanên ku îro li çar aliyê cîhanê tên axaftin hene, nîvî ji wan di bin tehdîda windabûnê de ne ku yek ji wan jî zimanê me kurdî ye.

Ji ber li erdnîgariya ku dewleta Tirk û Tirkperestî lê serdest bûye, hemû ziman û zarava hatine qedexekirin, ev welat ji gelan û zimanan re bûye goristan. Mînaka herî zindî Efrîn e…

Li hember siyaseta qirker a asîmîlekirin û tunekirinê, Kurdan xwe heya roja îro parast. Lê êdî em dibînin ku ne tenê li Kurdistan û Tirkiyê li Ewropa jî ziman her diçe wenda dibe.

Her çiqas li Ewropa derfet zêdebin jî, malbat di zanebûna parastina zimanê dayîkê de nînin. Ji ber vê yekê, divê mijara ziman her tim di rojeva me de be.

Piraniya Kurdan di mal de bi kurdî di axivin, lê belê ji ber ku zarok di navbera 2-3 salî de diçin baxçeyê zarokan ango kreşan û roja xwe li wir derbas dikin; zimanê vî welatê dibe zimanê serdest. Ev rewş li dibistanan jî dewam dike…

Lê li aliyê din evqas sazî û rêxistinên me hene jî, mixabin ji bo ziman tevnagerin…

Derfet niha pir zêde bûne. Heger hemû saziyên me bi hev re qursên ziman ên onlinê û rû bi rû çêbikin wê demê dikarin pêşiya gelek astengiyan bigirin.

Rêxistin, sazî, rewşenbîr û kurdîhez divê bibin yek û ji bo zimanê kurdî bibe zimanê giyanê rojane û biparêzin, ji bo demeke dirêj divê kampanya bidin destpêkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv