Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Serencama çekên qedexe yên artêşa tirk 25.02.2021

 

SERENCAMA ÇEKÊN QEDEXE YÊN ARTÊŞA TIRK
JI BO GAZÊN KÎMYEWÎ YÊN LI GARÊ HAT BIKARANÎN LÊKOLÎN NAYÊ KIRIN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan di bernameya taybet a televîzyona me de der barê êrişa dewleta tirk a dagirker a li dijî Garê nirxandinên berfireh kiribûn.

Murat Karayilan daxuyaniyên HPG û NPG’ê jî bi bîr xistibû û gotibû; artêşa dagirker gazên kîmyewî bi kar anîn e û ji bo lêkolînê bang li saziyên pêbawer kiribû.

Dewleta dagirker helbet ne cara yekem e van çekên qedexe bi kar tîne.

Ji 15’û Tebaxa 1984’an ve ku PKK’ê dest bi şerê çekdarî kir artêşa tirk a dagirker jî envanterên xwe yên çekên kîmyewî zêde kirin.

Heta sererkan û fermandarên dagirkeran ji bo bikaranîna van çekan talîmat û ferman dan.

Belgeya yekem a der barê mijarê de di 25’ê Sibata 1986’an bi mora Sererkaniya Tirk hatiye amadekirin.

Ev belge di hejmara 23’yê Tîrmeha 1989’an a kovara ‘Îkîbîne Dogrû’ de hate weşandin. Li binî îmzeya Orgeneral Necdet Oztosûn heye.

Dewleta Tirk pêwîstî pê nedît ku hebûna gaza kîmyewî ya li depoyên xwe yên leşkerî veşêre jî.

Sala 2004’an li TRT’ê dokûmanterek bi navê ‘Yekîneya antî terorê’ hate weşandin û tê de hate nîşandan ku leşkerên Tirk van gazan bi kar tîne.

Dîmenên li ser bikaranîna çeka kîmyewî ji aliyê artêşa Tirk ve ya li dijî hêzên gerîla, di sala 1999’an de eşkere bû.

SERENCAMA ÇEKÊN QEDEXE YÊN ARTÊŞA TIRK
DI DÎMENÊN DEWLETA TIRK WEŞANDIN DE JÎ ÎSPAT BÛ KU ÇEKÊN QEDEXE BI KAR TÎNIN

11’ê Gulana 1999’an li herêma Ballikaya ya Şirnexê li hundirê şikeftekê 20 gerîlayên ARGK’ê şehîd bûn..

Di dîmenan de ku piştî şer ji aliyê artêşa Tirk ve hate kişandin û sala 2011’an li Roj TV hate weşandin wiha dihate gotin,

“Leşkerên me niha di nava wê metirsiyê de ne ku bi jehrê bikevin. Lê belê dîsa jî mîna cenaweran, dikevin hundir…

Tevî ku me rojekê navber dane, bandora gazê hîn jî dewam dike.”

PDS’ê sala 1999’an û Partiya Çep jî sala 2011’an komkujiya li Ballikayayê xist rojeva Meclîsa Federal a Alman.

Li Tipa Edlî ya Zanîngeha Munchenê jî hate tespîtkirin ku parçeyên bombeyê xwedî şopa gaza CS a qedexekirî ne.

SERENCAMA ÇEKÊN QEDEXE YÊN ARTÊŞA TIRK
DI SERÎ DE ALMANYA DEWLETÊN ROJAVAYÎ BI BÊDENGÎ LI KOMKUJIYAN TEMAŞE KIRIN

Di Îlona 2009’an de li navça Comelêrg Çelê di şerê navbera artêşa Tirk û gerîlayên HPG’ê de 8 gerîla bi gazên kîmyewî şehîd bûn.

Şahidan diyar kirin ku leşkerên Tirk di şer de gaz bi kar anîne û heyeteke mafên mirovan a ji Almanyayê çû herêmê, wêneyên cenazeyan bi dest xist.

Di navbera 22-24’ê Cotmeha 2011’an de li Geliyê Tiyarê li Çelê di şer de 36 gerîlayên HPG’ê şehîd bûn.

Belge û agahiyên cidî derketin holê ku artêşa Tirk çeka kîmyewî bi kar aniye.

Li gorî raporên ÎHD’ê di navbeta 1994 û 2011’an de li dijî gerîla 41 car çekên kîmyewî û biyolojîk hatiye bikaranîn.

Ji ber bikaranîna çekên kîmyewî 437 gerîla şehîd bûne.

Tevî hemû agahî û belgeyan jî di serî de Almanya dewletên rojavayî bi bêdengî li komkujiyan temaşe kirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv