Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Meclîsa Jinan a HDP’ê: Desthilatdarî ji bo ser têkçûna xwe ya li Garê bigre jinan dike hedef 25.02.2021

 

MECLÎSA JINAN A HDP’Ê:
DESTHILATDARÎ JI BO SER TÊKÇÛNA XWE YA LI GARÊ BIGRE JINAN DIKE HEDEF

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran derbarê rojeva jinan û êrîşên li ser jinên HDP’ê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Civîn li Navenda Giştî ya HDP’ê hate lidarxistin û parlementerên jin jî tevlî civînê bûn.

Başaran bal kişand ser êrîşên li ser HDP’ê û mirinên di operasyona Garê de û got,

Pirsên çima ev operasyon bûye sedema kuştinan hê jî bêbersiv e.

Kesên divê hesap bidin hatin meclîsê.

Ji bo ku ser şaşî, qelsî û têkçûnên xwe bigirin êrişî mûxalefet, partiya me û jinan kirin.

Wezîrê Karê Navxweyî Suleyman Soylû bersiv neda pirsan.”

Berdevka Meclîsa jinan a HDPê îşaret bi êrişkariya Suleyman Soylu a li dijî Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û Parlementera Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr kir û wiha axivî.

“Soylû derewek kir û got parlementerek çûye Garê.

Di dema pêvajoya çareseriyê de wêneyên hevseroka me ya li Qendîlê wekî ku nû ye, belav kir.

Derbarê hevseroka me û parlementera me de lînc da destpêkirin û ev êriş didome.

Li Garê çi pêk hat, hê jî bersiv nehatiye dayîn. Soylû 4 rojan li bendê ma.”

Ayşe Acar Başaran diyar kir, ku desthilatdarî ji bo ser têkçûna xwe ya li Garê veşêre jinan dike hedef.
Desthilatdarî ji dema ku siyaseta şer daye destpêkirin, heta îro her dem êrîşî jinan kiriye.

Êrişa li dijî hevalên me êrişa li dijî têkoşîna me ya jinê ye.

Desthilatdarî dibêje ‘Tênekoşin, stûyê xwe xwar bikin’

Lê wê jin dev ji têkoşînê bernedin.

Em lînca li hemberî hevseroka me û hevala me ya parlementer li ser xwe qebûl dikin.

Ne tenê jinên HDP’yî divê hemû jinên azadîxwaz ên li Tirkiyê li hemberî vê pergala mîlîtarîst dengê xwe bilind bikin.”

Parlmenetera HDPê îşaret bi rasthatina 8’ê Adarê roja jinan a cîhanê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî.

Bi şîara ‘Bi berxwedaniyê jin dimeşin azadiyê’ li hemberî polîtîkayên êrişkar em ê li her derê bi tevgerên jinan re bin.

Em edaletê ji mêran naxwazin û em jin em ê edaleta rastîn bi têkoşîna xwe geş avabikin.

Em bang li serokê mêrbûn û şer wezîrê karê Hundir Suleyman Soylû dikin:

Me jinan kesên weke te gelek dîtin û bi ser neketin, tê jî bi ser nakeve

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv