Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Mexmûrê ji bo şehîdên Berxwedana Cizîrê merasîm pêk hat 07.02.2021

 

SALVEGERA ŞEHÎDÊN BERXWEDANA CIZÎRÊ
LI MEXMÛRÊ JI BO ŞEHÎDÊN BERXWEDANA CIZÎRÊ MERASÎM PÊK HAT

14’ê Kanûna 2015’an dagirkeriya Tirk li dijî li Bakurê Kurdistanê li dijî gel şerekî topyekûn da dest pê kirin.

Şerê qirêjî ya dewlewta tirk bi taybetî jî li Sûr, Cizîr û Silopiyê bi dijwarî dihat meşandin.

Li dijî vî şerê qirêjî ciwanên kurd bi dehan rojan li ber xwe dan.

Dewleta ku nekarî berxwedanê bişkîne serî l hemû cûre hovîtiyê da.

Bi taybetî hovîtiya ku li Cizîrê pêk anî. Di hafizaya gelê kurd de zindî ye.

7’ê Sibata 2016’an 177 kes li jêrzemînên Cizîrê hatin şewitandin û şehîd bûn.

Di nava wan de Hevserokên Meclîsa Gel a Cizîrê Mihemed Tûnç û Asya Yuksel jî hebûn.

Ji bo şehîdên Cizîra Botan li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî merasîmek hat lidarxistin.

Di merasîmê de hat têkoşîna ku îro jî bi domdarî li dijî faşîzma AKP-MHP’ê tê meşandin hat bibîrxistin.

Di dewama dawuyaniyê de berxwedana xwendekarên zanîngehan ya li dijî rejîma faşîst hat silavkirin û peyama mezinkirina berxwedanê hat dayîn.

Merasîm bi dirûşman bi dawî bû.

SALVEGERA ŞEHÎDÊN BERXWEDANA CIZÎRÊ
5 SAL IN DAYIKA HIZNÊ LI CENAZEYÊ KEÇA XWE HACERÊ DIGERE

Li aliyekî welat şehîd bi merasîman tên yadkirin li aliyê din jî malbat hîn li cenazeyên zarokên xwe digerin.

Di ser hovîtiya ku li jêrzemînên Cizîrê hat kirin de 5 sal derbas bûn.

malbatên 14 şehîdên berxwedanê ev 5 sal in li cenazeyên zarokên xwe digerin.

Yek ji wan malbatan malbata Hacer Aslan e.

Dayika Hiznê dibêje; ev 5 sal e ez li cenazeya Hacera xwe digerim.

Dewleta tirk a dagirker ne tenê Hacera wê her wiha kurê wê Mehmet Saît û birayê wê Tugay jî qetil kiriye.

Dayika Hiznê dibêje ez heta cenazeyê keça xwe nebînim ji min re mirin tine ye…

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv