Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li şaredariya Mêrdînê dizî û sixtekariya derdorên AKP’yi 07.02.2021

 

LI ŞAREDARIYA MÊRDÎNÊ DIZÎ Û SEXTEKARIYÊN ÇETEYA QEYÛM
BI FATÛREYÊN SEXTE, ÎHALEYÊN FORMALÎTE, HESABÊN ŞAREDARIYÊ VALA KIRIN

Doza ku derbarê dizî û gendeliya li şaredariya Merdinê hat vekirin, rojên 3-4ê sibatê pêk hat.

Di dozê de 5 jê girtî derbarê 14 kesan de doz hatibû kirin. Ji kesên girtî 3 jê hatin berdan û xwarziyê qeyûm Yûnûs Emre Akça û polîs Ercan Ûysaler girtî man.

Hertiştî di sala 2016’an de bi tayin kirina qayum dest pêkir.

Walî Mûstafa Yaman dema ji aliyê Erdogan ve, weke qeyûm hat tayin kirin, bê ku wext wenda bike, şebekeyek taybet ya dizî û gendeliyê ava kir. Di nava wê şebekê de ji rêvebirên MIT’ê bigirin heta Wali, polis, karsazên AKP’yî, mirovên Tariqatan û siyasetmedar jî hene.

Bi rê û rêbazên sexte di nava xwe de pereyên mezin parve dikin.

Di danişînê dozê de hin suçdaran îtiraf kir, hinekên din jî saziyên dewletê suçdar kirin.

Bersuçek burokrat bi van gotinên balkêş xwe parast: “heger me karekî nelirê kiribe jî, me ji bo dewletê kiriye” û îddia kirin ku wan pereyên ku ji kasê dizîne şandine bo “operasyonên derveyê sînor”.

Xwarziyê qeyûm Yûnûs Emre Akça jî dizî û sextekarî qebûl kir û bi van gotinan efuya xwe xwest:

LI ŞAREDARIYA MÊRDÎNÊ DIZÎ Û SEXTEKARIYA DERDORÊN AKP’YÎ
DI NAVA SÛÇDARAN DE, WALÎ, MÎT, POLÎS, KARSAZ, TARÎQAT Û SIYASETMEDAR JÎ HENE

“Gelek derdorên cûda ketin nava vî karî, lê bi ser kê de çûn li paş wan terîqat, siyaset û weqif Terketin, Tiliya walî û serokên daîreyan jî di nav de hene. Lê rabûn hemuyan xistin stiyê min. Ez maxdûr im.”

Di dosya dizî û gendeliyê de navê Serokê Herêmê yê MÎT’ê Okan Başaran jî derbas dibe û tê gotin, pir caran li ser daxwaza wî pere li derderê hatiye belav kirin.

Di îdianmeyê de cureyeke din ya diziyê ku balê dikişîne, fatureyên sexte ne.

Bi qasî niv milyon buteçeya ku ji bo karê peyzaj û sererastkirina derdorê hatine veqetandin, bê ku kar were kirin di nava xwe de li hev parve kirine.

Dîsa di bin navê “kirîna sotemenî û petrolê” de bi qasî butçeyek 700 hezar fatureyên sexte hatine amade kirin û ji qasa şaredariyê derxistine.

Ji bersûcan Mehmet Bûlût ev suçdariyên ji ber fatureyên sexte qebûl kirin û poşmaniya xwe beyan kir.

Suçdariyeke din ya li hemberî qayûmê berê jî rasterast dizîya pereyê di kasê de ye.

Li gorê hesabên mufetiş, Qayêm Mûstafa Yaman dema ji peywirê hat girtin, diviyabû di qasa şaredariyê de 5 milyon TL hebûna, lê belê tenê 1 TL hiştiye.

Ji xeynî van nelirêtiyan gelek nelirêtiyên bi vî rengî di îdianameyê de hatine aşkerekirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv