ÊRIŞÊN LI DIJÎ KOLBERAN
DI ÊRIŞA LEŞKERÊN ÎRANÊ DE 2 KOLBER JIYANA XWE JI DEST DAN
Di êrişa leşkerên Îranê de 2 kolberan jiyana xwe ji dest dan.
Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku buyer 20’ê sibatê li ser sînorê bajarê Serdeşt ê Rojhilatê Kurdistanê çêbûye.
Di gulebarana leşkerên Îranê de 2 kolberên bi navê Îskender Mihemed ê 35 salî û Ebûbekir Mihemedî yê 36 salî, ketine nava rûbarê Qasimereş û xeniqîne.
Îskender Mihemedî ji gundê Bestê yê herêma Pider a Başûrê KUrdistanê ye û Ebûbekir Mihemedî jî Greşîr ê Serdeştê ye.
Cenazeyê yek ji wan hatiye dîtin û lê yê din nehatiye dîtin.