Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Medet Serhat: Ji Garê heta Siyanê berxwedan 22.02.2021

 

JI GARÊ HETA SIYANÊ BERXWEDAN
MEDET SERHAT / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Li şûna çiyayê Garê em bêjin çiyayên Garê baştir e. Li başûrê wê Asûrî dimînin. Gundê Siyanê jî tam li nava çiyayên Garê gundekî Asûriyan e. Li rojavayê wê jî gundên Ergenê û Sêdarê hene. Ev gund di dema Seddam de hatin xerakirin, şewitandin û valakirin.

Dewleta Tirk di 10’ê Sibatê de bi teknîka şerê giran êriş bir ser Garê û Siyanê. Erdogan jî gotibû ezê roja çarşemê mizginiyekê bidim we. Armanca mizginiyê jî rizgarkirina wan êsîrên şer ên di destê HPG’ê de bû.

Piştî rizgarkirina êsîran jî wê li gundên Siyanê, Ergenê û Sêdarê bi cih bibûna. Ev herêm jî tam nava çiyayên Garê ne.

Gundê Siyanê ji aliyê cografî ve cihekî bihûşta li cîhanê ye. Li jêra gund bîreke ku bajarekî sed hezar kesî xwedî bike têra wê heye. Bi êrişa Artêşa Tirk re li Garê û têkçûna wan li Siyanê ji têkçûna wan a li Zapê girantir bû. Çawa ku têkçûna li Zapê dawî li Yaşar Buyukanit û Îlker Başbûg anî, wê ya li Garê jî dawiya rejîma faşîst a AKP-MHP’ê bîne.

Berxwedana li Garê nîşan da ku gerîlayên Kurdistanê ji aliyê stratejîk ve têk naçin. Çawa ku çiyayên Garê paşeroja şoreşa Kurdistanê ye, wê destûr nede ku Başûrê Kurdistanê jî were dagirkirin.

Tişta ku di navbera 10 û 14’ê Sibatê de hat kirin nêçîrek bû, lê ew bi xwe bûn nêçîr. Dewleta Tirk û dostên wan li Garê têkçûneke stratejîk dîtin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv