Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Zozan Çewllik: YJA-Star di gerîlatiya serdemê de gihiştiye astek girîng

 

ZOZAN ÇEWLIK
FERMANDARA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA YJA-STAR’Ê

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik bi rasthatina pêngava 15’ê Tebaxê ji ANF’ê re axivî û behsa girîngiya 15’ê Tebaxê û rola jinan a di artêşê de kir.

Zozan Çewlik anî ziman ku 15’ê Tebaxê di dîroka Kurdistanê de mîladeke e ku tê wateya gelek tiştên nû.

Fermandara YJA-STAR’ê balkişand ser rola fermandarê efsanewî Mahshum Korkmaz ango Egîd a di pênvaga 15’ê Tebaxê de û wiha got.

PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ
ZOZAN ÇEWLIK:15’Ê TEBAXÊ JI BO GELÊ KURD MÎLADEKE

Fermandarê me yê Efsanewî Egîd, xeta Rêber Apo bi rengekî herî xweş serifandiye, dîroka Kurdistanê xweş xwendiye, gihiştiye wê bîr û baweriya ku li Kurdistanê çi qasî hewceyî bi gerîlatiyê heye, fermandarî û pêşengiya Pêngava 15’ê Tebaxê kiriye.

Bûye dengê hişyariya gelê Kurd, jinan, gelên Mezopotamyayê, bû şûrê wan ê tûj.

Di şexsê heval Egîd e li ser hîmê îdeolojiya Apoyî li Kurdistanê mohra xwe li gelek gavên nû daniye.

Bi vî rengî hem bûye xeta ku gelê Kurd xwedî li hebûn û azadiya xwe derkeve, hem jî rengê hebûna bi têkoşînê ya li ser bîrewerî, rêxistinî, zanyarî û şerê gerîla.

PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ
ZOZAN ÇEWLIK: 15’Ê TEBAXÊ NE SERHILDANEKE KLASÎKE ŞERÊ XWEPARASTINÊ YE

Zozan Çewlik da zanîn ku 15’ê Tebaxê ji serhildêriya Kurd a klasîk wêdetir şerekî xweparastinê yê bi bîrdozî, bîrewerî, stratejî û aqil daye destpêkirin.

Hem li dijî mêtingeriya dewletê hatiye teqandin û hem jî bûye guleya ku mirov xwedî li nasname, dîrok, welat û hebûna xwe derkeve.

PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ
ZOZAN ÇEWLIK: PKK’Ê ŞOREŞ DI ZIK HEV DE ÇÊKIR

Zozan Çewlik di hevpeyvîna xwe de balkişand ser artêşbûna jinê ya li çiyayê Kurdistê jî û wiha dewam kir.

PKK’ê şoreş di zik hev de çêkirine.

Nirxên ku 15’ê Tebaxê afirand, gav bi gav gerîlatiya jinê, fermandaiya jinê, artêşa jinê, partiya jinê û konfederalîzma jinê geş kir.

Artêşa jinê di hişmendiya zilamê serwer û jina kole de gelek guherîn çêkiriye. Tabû, qalib hilweşandine, kevneşopiya li ser paşverûtiyê hejandiye.

PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ
ZOZAN ÇEWLIK: YJA STAR DI GÊRÎLATIYA SERDEMÊ DE GIHIŞTIYE ASTEK GIRING

Artêşa jinê ya li Kurdistanê li Rojhilata Navîn û li cîhanê gaveke pêşî ye. Li ser îdeolojî, rêxistinî, hêza jinê, rêxistiniya xweser, hişmendiya xwebûnê û li ser xeta Egîd, Bêrîtan û Zîlan derketine holê.

Fermandar Zozan Çewlik diyar dike ku YJA Star, di gerîlatiya serdemê de gihaye asteke girîng.

Hem li ser xeta fermandarbûn, hem li ser xeta gerîlatiyê de bûye xwedî ezmûn û potansiyele girîng, îro li qada şer hem pêşeng e hem jî kirde ye.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv