Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Zozan Çewlik: Gerîla li dijî êrişan ji bo ku gelê Kurd biparêze derketiye holê 10.11.2020

 

JI FERMANDARÊN BIRYARGEHA NPG’Ê ZOZAN ÇEWLIK
PDK’Ê HÊZÊN OPERASYONÊ ŞANDIN NOQTEYA GERÎLAYAN

Ji serê cotmehê ve ye PDK li dijî qadên gerîla provokasyoneke metirsîdar e.

PDK hêzên ku ji wan re tê gotin hêzên Gulan û Roj dişîne qadên gerîlayên azadiyê.

Li gel ku rêveberên Tevgera Azadiyê û raya giştî ya kurdî PDK hişyar jî kirin ev provokasyon dewam dike.

Ji ber vê provokasyonê 4’ê mijdarê li qada Çemankê ku bi ser Duhokê ye bûyerek rûda.

Hêzên PDK’ê li dijî qadên gerîla ber bi Garê ve ji du milan ve ketin nava tevgerê.

Der barê vê bûyerê û provokasyonên PDK’ê de Ji Fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel Zozan Çewlik ji ANF’ê re axivî.

Fermandar Zozan Çewlik destpêkê der barê bûyera ku PDK pê manîpulasyonê dike agahî dan.

JI FERMANDARÊN BIRYARGEHA NPG’Ê ZOZAN ÇEWLIK
GERÎLA LI DIJÎ ÊRIŞAN JI BO KU GELÊ KURD BIPARÊZE DERKETIYE HOLÊ

Fermandar Zozan Çewlik diyar kir ku bûyera navborî bi qasî 4-5 deqeyan ajotiye, biryargeha navendî ketiye dewrê talîmat daye gerîlayan da ku ew venegere şerekî navxweyî.

Zozan Çewlik îşaret bi xeterên li ser hebûna gelê kurd kir û bal kişand ser girîngiya yekitiya gelê kurd.

JI FERMANDARÊN BIRYARGEHA NPG’Ê ZOZAN ÇEWLIK
DAGIRKERIYA DEWETA TIRK JI BER HELWESTA RAYEDARÊN BAŞÛR E

Zozan Çewlik destnîşan kir ku li gel êrişên dagirkeriya dewleta tirk jî hikûmeta herêma federal bêdeng dimîne lê di esasê xwe de ev dagirkerî ji ber helwesta wan diqewime.

Zozan Çewlik diyar kir ku li gel hemû nêzîkatiyên neyînî yên rayedarên başûr jî Tevgera Azadiyê tu carî nexwestiye ev veguhere şerekî.

JI FERMANDARÊN BIRYARGEHA NPG’Ê ZOZAN ÇEWLIK
JI ÊRIŞEKE LI DIJÎ QADÊN GERÎLA WÊ MESÛT BARZANÎ BERPIRSYAR BE

Zozan Çewlik destnîşan kir ku planeke gerîla ya ji bo êrişê pêşmerge bike tune ye û îşaret bi helwesta Mesut Barzanî kir.

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv