Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Zilm û faşîzma li zîndanan: Malbat û xizmên girtiyan ev 22 roj in di nobeta edaletê de ne

 

ZILM Û FAŞÎZMA LI ZÎNDANAN
MALBAT Û XIZMÊN GIRTIYAN EV 22 ROJ IN DI NOBETA EDALETÊ DE NE

Li zindanên dewleta Tirk a dagirker zilmeke sînornenas li ser girtiyên siyasî heye.

Tevî cezayê ku mêtîngeriya Tirk li wan biriye qediyaye jî, girtiyên siyasî nayên berdan.

Bi sedan girtiyên nexweşên giran hene nayên berdan.

Malbat û xizmên girtiyên siyasî ji bo balê bikşînin ser van binpêkirinan ev 22 roj in li baroya Amedê di çalakiyê de ne.

Partiya Komunîst a Kurdîstanê, Baroya Amedê ya navenda mafên jinan û Odeya Bijîşkan serdana malbatan kir.

Serokê giştî ya KKP’ê Sînan Çîftyurek di serdanê de axivî û bal kişand ser bêedaletiya li Tirkiyê.

Li ser navê baroya Amedê ya navenda mafên jinan parêzêr Çîgdem Sevîmlî jî îşaret bi şert û mercên xirab ên li zindanan kir û got, li dijî girtiyên siyasî polîtîkayeke taybet tê meşandin. Bi dengekî xurt divê em li dijî vê faşîmê derkevin.

Li ser navê Odeya Bijîşkan jî Çagla Îzcî axivî û nobeta edaletê silav kir.

Xizmên girtiyan jî bi xêrhatina mêvanan kirin û banga xwedîderketina li nobeta edaletê kirin.

Di vê navberê de li zindana Kiriklar a navçeya Îzmîrê Bucayê 3 girtî ev 10 roj in di çalakiya greva biçîbûnê de ne.

Girtiyê bi navê Abdullah Gunay bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û behsa zextên rêveberiya zindanê kir.

Dayika wî Besna Gunay li ser rewşa wan ev agahî dan.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv