Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Zilhêzên cîhanê Efrîn kirin qurbana berjewendiyên xwe 17.03.2021

 

EFRÎNA DI BIN DAGIRKERIYÊ DE
ZILHÊZÊN CÎHANÊ EFRÎN KIRIN QURBANA BERJEWENDIYÊN XWE

Di ser dagirkirina Efrînê re 3 sal derbas bûn.

Dewleta tirk 20’ê Çileyê sala 2018’an bi destûra Amerîka, Rûsya û her wiha bêdengiya Ewrûpayê, bi çekên NATO’ê êrişî Efrînê kir.

Amerîkayê bi planên veşartî û Rûsyayê jî eşkere rê dan êrişê.

Dewleta Tirk, artêş, polîs, cerdevan, dezgehên ragihandinê û karmendên xwe hemû ji bo dagirkeriy] seferber kirin.

Serokatiya Karên Diyanetê li Tirkiyê bi fetwayeke sosret, talankirina mal û milkên Kurdan helal kir.

25 hezar çeteyên ku Erdogan navê ‘Kûvayî Millî’ li wan kiribû, tevlî êrîşan bûn.

Ewrûpayê ku ji ber têkoşîna li dijî DAIŞ’ê xwe weke deyndarên Kurd didît, dema êrişa li dijî Efrînê, xwe kerr û lal kir.

Bi firotina çekên giran ji bo Tirkiyê, hin welatên ewrûpî bûn hevkarên kuştina Kurdan. Bo nimûne Almanya.

Almanya hîn jî di çêkirina malên ji bo çeteyan de alîkariya dewleta tirk dike.

Dewleta qirker ku plan dikir di nava çend rojan de tevahiya Efrînê bidest bixe, bi berxwedana bêhempa ya şervanên YPG û YPJ’ê rû bi rû ma..

Ji ber vê çendê, çekên qedexekirî jî di navê de her cure çekên giran li dijî Efrîn û şervanên wê hatin bikaranîn..

Ji ber berxwedana şervanan bi taybet li xeta Qestel Cindo, Raco û Cindirêsê, artêşa dagirker nekarî pêşde biçe..

Li ser vê yekê artêşa Tirk dest bi komkujiyan kir..

Piştî berxwedana 58 rojan, Efrîn di encama peymaneke navdewletî radestî dewleta Tirk û çeteyên wê hate kirin.

Artêşa dagirker tevî çeteyan 18’ê Adarê ket navenda Efrînê.

Di nava 3 salan de, kuştin, îşkence, revandin, destdirêj, wêranî û talan her zêde bûn.

Saziyên mafê mirovan gelek caran bi raporan sûcên dagirkeran ku Efrîn ji bo çeteyên xwe kirine weke Reqaya dema di destê DAIŞê de bû, eşkere kirin.

Herî dawîn jî Netewên Yekbûyî di destpêka vê mehê de raporek eşkere kir.

“Li navendên îşkenceyê yên li Efrînê leşkerên Tirk jî hebûn”

Vê agahiyê di rapora dawî ya Neteweyên Yekbûyî de cî girt.

Rêxistina navneteweyî di rapora xwe ya derbarê Sûriyeyê de cî da zilm û zora li Efrînê jî.

Di belgeyê de, encamên hevpeyvînên bi kesên ji zilma dewleta Tirk reviyabûn cîh girtin.

Şahidên bûyeran diyar dikin, li navendên îşkenceyê yên Efrînê leşkerên Tirk jî kar dikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv