Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Zilar Stêrk: ’15’ê Sibatê ji bo Kurdan roja qirkirina neteweyî ye’

 

ENDAMA KONSEYA SEROKATIYA KCK’Ê ZILAR STÊRK:
15’Ê SIBATÊ JI BO KURDAN ROJA QIRKIRINA NETEWEYÎ YE

Endama Konseya Serokatiya KCK’ê Zilar Stêrk beşdarî bernameya Teybet a Meya Haberê bû..

Zilar Stêrk di bernameyê de berfirehî Komploya 15’ê Sibatê ya Navneteweyî nirxand û berxwedana Rêber Apo ya li zindana Îmraliyê silav kir.

Her wiha şehîdên “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” bi bîr anî..

Endama Konseya Serokatiya KCK’ê Zilar Stêrk roja 15’ê Sibatê wek ” Roja Qirkirina Kurd an” bi nav kir û balkişand li ser bingeha dîroka vê rojê û got:

“Prosesa Komploya li dijî Kurdan ne tenê bi prosesa komploya 15’ê Sibatê ya sala 1999’an dest pê dike.

Wekî tê zanîn komploya li dijî Kurdan di destpêka sedsala 20’an de, di serhildana Şêx Seîd de roja 15’ê Sibatê xwe dide der.

Wê demê Şêx Saîd û hevrêyên xwe di amadekariya serhildanê de ne û bi vê komployê serhildan bêriya dema xwe destpêdike.

Armanc vala derxistina serhildaneke netewî ya Kurdan e.

Bi vê komployê di şexsê Şêx Seîd de hêviyên Kurdan, daxwazên Netewbûna Kurdan hat parçekirin, sabotekirin.

Wê serdemê de hemû gelên cîhanê Netewbûna xwe ava dikirin, Kurd jî di nav hewildanekê debûn.

Lê bi vê komployê pêşî Netewbûna Kurdan hat girtin.

Ji ber vê yekê Rêber Apo 15’ê Sibatê wek “Roja Qirkirina Kurd an” bi nav kir û pênaseyeke girîng û di cih de ye.

Ne tênê ji bo heskiriyên Tevgera Azadiyê, ji bo hemû Kurdan divê wek Roja Qirkirina dijî Netewa Kurd were naskirin.

ENDAMA KONSEYA SEROKATIYA KCK’Ê ZILAR STÊRK:
KURD LI DIJÎ KOMPLOYÊ HAWIRDORÊ RÊBER APO DE BÛN XELEK, HEVGIRTINA XWE MEZINTIR KIRIN

Endama Konseya Serokatiya KCK’ê Zilar Stêrk balkişand ser armanca komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê û got:

“Armanca wan di vê komployê de di şexsê Rêber Apo de tasfiye kirina Tevgera Azadiyê bû, wisa hesabdikirin ku wê tevgera PKK’ê belav be, pêşengtiya PKK’ê wê li hember vê îradeya tê xwestin nîşan nade û di nav vê bendewariyê de bûn.

Lê dema em paş xwe dinêrin û 23 salên borî de dibînin ku gelê Kurd zêdetir xwe bi tevgerê re girt, xwedî li îradeya xwe derket û bi xwe bû vîn ek.

Her wiha Kurd li dijî komploya Navneteweyî hawirdorê Rêber Apo de bûn xelek, hevgitina xwe mezintir kirin.

Em îro encamên vê jî li Kurdistanê dibînin û armanca komployê bi van destkeftinan vala hat derxistin.”

Endama Konseya Serokatiya KCK’ê Zilar Stêrk her wiha derbarê tacrîda heyî û êrişên komplogeran jî û got:

Komploya Navneteweyî bi hedef û armancên roja destpêkê vala hat derxistin, em dikarin bêjin têkşkestiye.

Lê belê ev nayê wê maneyê ku Komploya dijî gelê Kurd û Tevgerê bi dawî bûye.

Gelek caran xwestin Komployê ji nû ve pêşbixin, hêzên dagirker jî vala nesekinîn.

Êrişî gel kirin, bi tevgerên dagirkeriyê bi ser qadên gerîla ve hatin, her wiha xwestin Şoreşa Rojava bifetisînin.

Zilar Stêrk got tevî van êrişan jî hêzên navneteweyî û dagirker li ser neketin, lê dixwazin bi tecrîda li dijî Rêber Apo komployê nûjen bikin û bidomînin.

Lê Gelê Kurd ,Tevgera Azadî û Rêber Apo 23 sale bi îradeyeke bêhempa di şert û mercên dijwar de berxwe dide.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv