Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Zeynel Bûlût: ‘Başûr çima Rojava nas nake?’

 

BAŞÛR ÇIMA ROJAVA NAS NAKE?
ZEYNEL BÛLÛT / XWEBÛN

Îspanya welatekî dikeve rojavayê Ewropayê. Ji 17 herêm û 2 bajarên xweser pêk tê. Al û paytexta her herêmê cuda ye. Di sala 1978’an de ji bo civak, netew û herêmên xweser bigire bin misogeriyekê Makezagonek hatiye sazkirin. Îspanya, ne pêkhateyeke federasyonî û ne jî navendî ye. Serwerî bi giştî di destê netewan de ye. Civak xwe bi rê ve dibe. Civaka xweser, li gorî zagonên xwe yên xweser rêveberî û polîtîkayên xwe pêş dixin. Her wiha li gorî bajaran an jî rasterast li gorî navçe û şaredariyan jî tê guhertin…

Dema mirov li pergala Spanyayê ya xweseriyê dinêre, ev di hişê mirov de derbas dibe; Cîhana ku mirov dikaribe lê bijî ev der e. Bi taybetî jî em kurdên ku bi salan e têkoşîna azadî û demokrasiyê dimeşînin. Her tim siyaseta kurd a li bakurê Kurdistanê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev modela Îspanyayê pêşniyarî dewleta tirk kiriye…

Di 20’ê cotmehê de Parlamentoya Katalonyayê Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) naskir. Her wiha parlementerên Katalanyayê gotin ji bo tevahiya Spanyayê Rojava nas bikin dê mijarê bibin Parlementoya Spanyayê jî. Ev ji bo me kurdan cihê kêfxweşî û şanaziyê ye. Lewra gelê kurd bi dehan salan e têkoşîna azadî û statuya xwe didin.

Ez ê werim ser mijarê. Di 20’ê cotmehê de Parlementoya Katalonyayê Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) naskir. Ev ji bo me kurdan mijareke girîng e û li gel kêfxweşiyê kelecanekê jî dide avakirin.

Lewra li cîhanê cara yekemîn e ku statuya Xweseriya Rojava ji aliyê parlementoyekê ve tê naskirin. Baş e, gelo çima hêj Rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê xweseriya Rojava nas nekiriye û çima nas nake? Gelo ew kesên daxwaza azadî û serxwebûna Kurdistanê dikin çiqas durust û samîmî ne?

Bi hêsanî em dikarin vê jî bêjin, dewleta tirk, faris û ereb jî hebûna kurdên azad nas bikin dîsa jî kurdên kîndar, noker û xayîn nas nakin. Kî ji vê helwesta rêveberiya Başûr çi der dixin ez nizanim. Lê vekirî bêjim ev helwesteke ji dijminatiyê jî wêdetir giran û bi êş e. Heke aqilê mirov ji kîsê xelkê be, rêya rast li ber mirov nakeve.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv