Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Zextên PDK’ê yên li ser Mexmûrê: ‘PDK tişta bi DAIŞ’iyan nake bi şêniyên wargehê dike’ 20.01.2021

 

ZEXTÊN PDK’Ê YÊN LI SER MEXMÛRÊ
“PDK TIŞTA BI DAIŞ’IYAN NAKE BI ŞÊNIYÊN WARGEHÊ DIKE”

Şêniyên Wargeha şehîd Rustem Cûdî bi temamî ev kes in ku ji ber zilma dewleta tirk xwe li Mexmûrê distirînin.

Ew di salên 1990’î de ji ber xezeba dewleta tirk a dagirker xwe li başûrê welat girtin.

Lê ji wê demê ve bi xezebeke hêj ji ya dewleta tirk bi êştir re rû bi rû tên hiştin.

Serboriya şêniyên wargehê di esasê xwe de serencama berxwedana di oxira azadiyê ya gelê kurd de ye.

Wan bêrûmetî qebûl nekir, terka Botan û Serhedê kirin. Lê li Mexmûrê Botan û Serheda xwe ava kirine.

Tevî ku rastî ev e jî ku diviya hizb û layanên Başûr xwedî li wan derketana lê ev wisa nebû.

Ne hewce ye ku mirov zêde dûr jî biçe.

Bi tenê ji tîrmeha 2019’an ve ambargoya ku PDK daniye ser wargehê û zexta ji wê demê ve tê kirin mirov b bîr bîne jî têrî fêmkirina meselê dike.

Ji wê demê ve ye PDK bi destê asayîşa xwe ve her cure zextê li şêniyên wargehê dike.

Herî dawîn ji şêniyên wargehê Metîn Adugît û Hecî Heyder ji ber van zextan jiyana xwe ji dest dan.

Endamê Komîteya Karê Derve ya Mexmûrê Seîd Çomlek der barê van zextan de ji ajansa Rojnewsê re axivî:

Seîd Çomlek der barê nîzêkatiyên PDK’ê de û nêrina wan a li ser şêniyên wargehê diyar kir ku gelê Mexmûrê ev muamele heq nekiriye û wiha bang li gelê kurd kir:

Em bang dikin ku tevahî gelê Kurd û mirovahî êdî rastiya PDK’ê bibîne.

PDK ji bo gelê Kurd tiştekî nake, tenê xizmeta dewleta Tirk dike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv